Di van rojan de bi pêşketina pêvajoya aştî û çareseriyê re ev siya şer hêdî hêdî belav dibe. Bi belavbûna wê re jî pirsgirêkên heta îro ji nedîtinivê dihatin, xwe ji nû ve didin der. Ji wan derdên giran yek jî jiber zilma dewletê, sirgûnî, koçberî û penaberbûna li welatên xerîbiyê ye.
Li Bakur piraniya Kurdan di çaryek sedsala vê dawiyê de barkirin bajar û metropolan û ji welat dûr ketin. Helbet li bakurê Kurdistanê bajarîbûn hên beriya şer dest pê kirîbû. Bi pêşketina şerê çekdarî jî ev yek bi awayekî koçberkirineke bi darê zorê û bi girseyî berdewam kir. Sirgûnkirin bû polîtîkayeke sereke ya dewleta Tirk. Bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin, hilweşandin û valakirin. Bi milyonan Kurd jî bajar û welatên xelkê ji xwe kirin wek warên nû...
***
Bajarîbûn ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, li welatên bi derengî bi bayê modernîteyê re rû bi rû mayî giştan, di nava pencî salên vê dawiyê de pirr bi pêş ket. Ev yek bi xwe re tevgerên girseyî yên ber bi bajar û welatên xerîbiyê ve derxist meydanê. Li Rojhilata Navîn, li Pêş Asya û li Afrîkayê bi milyonan însan ji bo parek nan ketin rêyên Ewropa û Amerîkayê. Li welatên ku ji xwe re kirin wek warên nû, belkî zikê wan têr bû, lê vê carê jî hiş, hest û dilê wan birçî ma. Mîna darên ku li ser axeke li wê neyî were çandin, dilê wan zuwa bû û civata wan çilmisî. Ev rewş hên jî berdewam e.
***
Kurd xelkekî çiyayî ne; lê dewleta Tirk di nava sih salên vê dawiyê de jiyana wan a çiyayî hilweşand. Ji ber vê yekê bi salan e ne dikanin hilkişin zozanan û pezê xwe biçêrînin, ne jî dikanin axa xwe biçînin. Li Kurdistanê hejmara bi milyonan pez û heywanên ku dihatin xwedîkirin jî daket çend sed hezaran...
Kurdên koçer, bûn sirgûn û koçber...
Bi salan e tenê şervanên Kurd li çiya mîna nobedaran ma; lê niha ew jî vedikişin û dora nobedariyê dîsa didin niştecihên çiyayan. Kurdên ji ber zilma dewletê mecbûr manê ku gundên xwe berdin herin, niha dîsa berê xwe didin warên bav û bapîrên xwe; gund, çiya û zozanan...
***
Di van rojên dawiyê de nûçeyên derbarê hilkişîna bêrîvanan a zozanan û vegera Kurdistaniyan a ji welatên Ewropayê balê dikişîne. Lê bi vê yekê re bahsa hatina sermayeya navdewletî jî tê kirin. Hinek siyasetmedarên Kurd jî bi aşkereyî banga vê yekê dikin.
Eger mirov bi mal, milk û sermayeya xelkê jiyanekê ava bike; ew nabe jiyana wî. Û ew wê bi xwe tim û tim mîna deyndarekî xelkê û sewa wan bixebite. Bi deyndarî jiyaneke azad nê avakirin!..
Divê were zanîn, ku Kurdistan û Kurdistanî ne hewceyî sermayeya xelkê ne. Kurdistanî êdî naxwazin bibin karkerên tu kesî. Ji xwe heta îro him li derveyî welat, him li metropolên Tirkiyeyê û him jî li Kurdistanê sewa patronên xerîb û hevkarên wan xebitîn...
Belkî heta îro wer hat, lê êdî wer nare!
Ewê êdî him karker him jî patronên xwe bin. Sermayeya Kurdistaniyan axa Kurdistanê, nirxên wê û potansiyela dînamîk a xwe bi xwe ye. Ji bo jiyanê her tişt têde heye û ew sewa têrbûnê, ji Kurdistaniyan giştan re bes e! Mesele ne sermaye kişandina li Kurdistanê ye; berovajî vê yekê parastina hebûn û zengîniya axa Kurdan bi xwe ye. Wexta Kurdistanî xwedîtî li nirx û zengîniya welatê xwe bikin, wê çaxê zengîniya herêmî jî wê li şûna xwe bimîne û tu kes hewceyî sermaye û patrontiya karsazên xerîb jî nabe...
Vê carê patronê me kî ye?
Di sih salên vê dawiyê de piraniya pirsgirêkên civakî di bin siya şer de man. Bi şer re him pirsgirêkên heyî her ku çû zêde bûn him jî yên cihê bi ser de hatin. Kurd him ji karê xwe him jî ji warên xwe bûn!