
Lê tişta ku vê êvarê zêdetir bala min kişand, jihevbûna te û stêrkan bû. Dema ku min ji kola- na tarî li asîman mêze kir; rûyê te yê ku nozdeh sal in min nedîtiye li ber çavên min zindî bû!
Piştî salên dûr û dirêj, salên ku bûbûn xewnereşk min rûyê te li asîman di navbera stêrkan de dît.
Berî çend salan jî tu bi heman rengî hatibûyî xewna min. Bi carekê min rûyê te wisa zelal û ji nêz ve dîtibû. Îşev jî tu ji nedîtî ve hatî pêşberî min û te xwe li asî- manê ku tu dest nagihîjê nîşanî min da. Careke din min baştir fam kir ku hûn tu carî ji ber çavên me naçin.
Em we neynin bîra xwe jî, hûn bi rastiya xwe ya ku bûye rastiya me ya jêneger û destnedayî li duh, îro û sibê veşartîne. Naçin tu derê, di tu sînorên jibîrkirinê de bi cih nabin.
Niha vê evarê baştir fam dikim ku em çima ji we re dibêjin ‘stêrk.’ Bi rastî jî hûn stêrkên li asîman in. Cihê we li ser serê me ye. Di demên ku dil û ramanên me tarî dibin de nav û rûyê we dibe rona- hî ji bo me. Navê we yê ku ji şahidiyê bûye ‘şehîd’ gotina herî bi nirx a bîra me, îro û tevahî jiyana me ye.
Vê êvarê tu bi karwanê stêrkên li asîman re di nava ahengiyeke bêdawî de yî. Ji dûrahiyên nediyar xuya dikî û xwe ji veqetînên bêe- man û bêhejmar careke din tînî ber çavên min. Dûrahiyên navbe- rê bêwate dibin û tu careke din rastiya we ya ku em gelek caran ji ber jiyana xwe ya ku bi gelek awayan hatiye dorpêçkirin ji bîr dikin, nîşanî me didî.
Stêrkên ku bi şev asîman dixe- milînin; vê êvarê bi karwanê nemiran re li asîmanê sahî diçiri- sin. Bi bayê êvarê re xwe li asîma- nê Kurdistanê bi rastî, jiyan û têkoşîna xwe ya bêhempa bi cih dikin û dibin mêvanên şevên me.
Dema ku min vê êvarê çend caran li wan mêze kir; tu û bi hezaran rûyên ku navên xwe û rûyên xwe ji zarokan re hiştin û çûn warên ebedî, bênav û nîşan hatin bîra min.
Min xwest bibim ba û werim warê te... Min xwest ji dûrbûna ji te û dubarebûnên bêwate rizgar bibim.
Vê êvarê te dibînim, bêriya te dikim û dibêjim ‘wiha nabe!’
Vê êvarê dixwazim tenê ba û stêrk hebin li vî bajarî... Tenê wan bifikirim û bi wan re ber bi te ve werim.
Vê êvarê ji xwe re dibêjim ba û stêrk riyên bêdawî ne... Hûn jî şopdarên wan in. Tu kes û tu tişt bi qasî we nebû evîndarên wan... Tu rêwî û têkoşeran bi qasî we xwe negihîştandin raz û xweşik- bûna wan û nebûn şopdarên wan.
We xwe li bêhna bayê û rona- hiya stêrkan girt û bi bayê bezê meşiyan... We xwe li bêhna hemû demsalan girt û bûn rengên wan ên ku her sal ji nû ve şîn dibin...
Vê êvarê hûn bi bayê re tên û diçin warên xwe û dibin nav û wateyên bêdawî.
DÎLAN AYDIN