Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, bi komeke nû ya ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê dewam dike. Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, di hefteya 420'an de bi biryardarî didomê. Nobedarên hefteya derbasbûyî Kurdistaniyên ji bajarê Dûîsbûrg û derdora wê bûn. Vê hefteyê jî komek ji çar kesan a ji bajarê Prozheîmê û derdora wê dest bi çalakiyê kir. Kom ji Kurdistaniyên bi navê Cafer Selçûk, Alî Gokçe, Abdullah Mûtlû û Denîz Kûrt pêk tê. Berdevkê komê diyar kir ku Rêber Apo yekane navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd e û diyar kir ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de divê sekneke hîn bi biryar nîşan bide. ANF/STRASBURG