Di merasîma bîranînê de, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Yenîşehîr Ulku Baytaş, Parlamenterê berê yê DEP’ê  Hatîp Dîcle, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û gelek kes amade bûn. Parlamenterê berê yê DEP’a ku hat girtin Hatîp Dîcle jî, behsa pêvajoya binçavkirin û tiştên piştî wê kirin û diyar kir ku gotin têra wan rojan nakin. Dîcle di dewama axaftina xwe de got ku pêwîst e Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin û wiha domand, “Eger wê bi gelê Kurd re rû bi re bên pêwîst e paşeroj derkeve holê. Dibe ku kesên me winda kirin venagerin, lê li ber dîrokê divê bên mehkûmkirin. Pêwîst e Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin û tevayî qirêjiyên di paşerojê de derkevin holê. Ancax wê demê aştî çêbibe.”

AMED