Rojane hêjmara şêniyên Kampa Veger a ji bo şêniyên Efrînê yên ku neçar mane ji ber dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkevin û li Şehbayê bicih bibin, zêde dibe.

Kampa Veger di Cotmeha 2018’an de li gundê Zaretê yê navçeya Şêrewayê ya Kantona Efrînê bi armanca pêşwazîkirina şêniyên Efrînê ku li malên wêrankirî, mizgeft û dikanan bi cih bûne, hate avakirin.

Piştî du mehan, niha 21 malbat bi giştî 100 kesên ji deverên cuda yên li Şehbayê û hindek gundên navçeya Şêrawayê diman, hatin kampê û bi cih bûn. Şêniyan xwe di nav kampê de bi rêxistin kir û meclisek ava kir.

Feysel Hesen Hebeş ê li kampê dimîne, diyar kir ku di encama topbarana dijwar de ew neçar man ji malên xwe derkevin û got, heta Efrîn rizgar bibe, ji bilî berxwedanê ti sedema mayîna wan a li Şehbayê tine ye.

Jina bi navê Heyat Hebeş jî bal kişand ser astengiyên li kampan û wiha axivî: “Ti tişt bi qasî welatê mirov buha tine ye. Ji bo rizgarkirina Efrînê, me çawa germa havînê li berxwe da, em ê wisan li hemberî sermaya zivistanê jî li berxwe bidin.”

Jina bi navê Mewlûde Elî jî teqez kir ku heta vegera Efrînê ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û got, ti astengî nikare berxwedana wan lawaz bike.

Ji rêveberiya Kampa Veger Hesen Mistefa li ser rewşa kampê axivî û got, “Tevî derfetên kêm jî, me di Cotmeha par de bi armanca pêşwazîkirina xelkê li malên wêrankirî û mizgeftan diman, xebatên avakirina kampê meşandin. Heta niha hejmara konan gihiştiye 140’î.”

 

ANHA/EFRÎN