Nivîskara ciwan Hêlan Çiya pirtûka xwe ya bi navê Amargî: Vegera Dayîka Azadiyê bi derfetên xwe weşand. Wê li ser weşana berhema xwe got, “Û li dawiyê li ser hemû nexweşî û astengên civakî, siyasî, darayî min karî yekem berhema xwe ya nivîsînê pêşkêşî civaka xwe bikim.”
Wê her wiha da zanîn ku ew ê 10 nusxeyan bide kesên “hizir rewşen” da ku bixwînin. Hêlan Çiya bi awayekî mutewazî dibêje, “Dizanim ku dê pirr kêmasî hebin, lê hêvî dikim çakiyên wê pêtir bin, îro pirtûka min li Dihokê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN