Yekîneya gerîlayên jin dan xuyakirin ku ew di her qada jiyanê de, bi hêza destên xwe, bi vîn û baweriya ku jê hêza manewî digirin jiyana xwe bi rêk û pêk dikin. Dîsa dest nîşan kirin ku li her qadên gerîlayên wan lê dijîn,  ger derfeta yekîneyên wan hebe di herêma lê dimînin de ji bo xwe baxçe diçînin.

Gerîlayên jin bê ku li westandina fîzîkî bifikirin, bê ku bêjin em nikarin bi vî karî re mijûl bibin ew hemû hêza xwe dikin yek û bi ser zehmetiyan ve diçin.  Gerîlaya bi navê Jîn Wan li ser nêzîkatiya wan a çûna ser zehmetiyan de wiha got, “Ji ber ku em bi zanistî û baweriyek mezin nêzî jiyanê dibin tu caran zehmetî li pêşiya me nabin asteng. Jiyana me ya çiya bi zehmetiyan ve hatiye hunandin, lê yek tişt ji bo me çavkaniya baweriyê ye, ew jî felsefe û îdeolojiya Rêberê me ye." 

ANF/BEHDÎNAN