Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD), Hesen Mihemed Elî bersiv da idiayên wekî „QSD hin deveran wê teslîmî rejîmê bike“ got vegera hêzên rejîmê li herêmên ku QSD`ê rizgar kirine ji bo wan ’Xeta Sor e’ û da zanîn ku  QSD`ê ji danûstandinan re amade ye.

Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî, di civîna ku li Tebqayê hatiye lidarxistin axivî.

Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê, da xuyakirin ku Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ji danûstandinan re ji bo pêkanîna çareseriyê ji bo aloziya Sûriyeyê re amade ye.


Çareserî li Sûriyê pêkan e ne li derve 

Hesen Mihemed Elî got ku di demekê de qaşo ji bo peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re lidarxistina kongreyan pir bûne û wiha pê de çû:ʺÇareseriya li Sûriyê tenê li Sûriyê û bi erêkirina hemû hêzên li ser erdê aktîf in pêkan e, çareserî  ne li Cinêv, Astana yan Soçiyê çêdibe.ʺ


‘Gel rêya çarenûsa xwe diyar dike’

Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku îdîayên rejîmê ku dibêje herêmên ku QSD`ê rizgar kirine ew ê radestî wan bikin, ew xeteke sor e û got:ʺLi herêmên ku QSD`ê rizgar kirine, gel rêya çarenûsa xwe diyar dikeʺ.


Çareserî guhartina sîstemê ye, ne guhartina kesan e

Di axaftinê de, Elî tekez kir ku çareserî di guhertina sîstemê ji aliyê fikir ve ye û wiha got: ʺ”Tekane çareseriya dawîbûna êşa gelê Sûriyê, guhertina sîstemê ji aliyê fikrî û aborî ve ye. Da ku em bigihêjin sîstemeke nû ku hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne, guhertina kesan ne çareserî ye.”  


ANHA/TEBQA




QSD‘ê Rûsya silav kir



Navenda Ragihand û Çapemenî ya QSD‘ê derbarê Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyeke weşand û teqez kir ku şerê wan ê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî li dijî terorê berdewam e. Her wiha QSD‘ê ji bo li rojavayê çemê Firatê derbên giran li dijî nûqteyên DAIŞ‘ê dixe artêşa Rûsya silav kir.  Di daxuyaniya ku li ser malpera Hêzên Sûriyeyê Demokartîk de hatibû belavkirin, wiha ye: “Em wekî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk teqez dikin ku şerê me yê li hember rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê berdewam e. Pêngava me ya Bagera Cizîrê ku di 9‘ê Îlona 2017‘an de, ji herêmên rojhilatê çemê Firatê û bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî destpê kiriye bi hemû hêza xwe berdewam dike, armanca me ew e ku terora DAIŞ li tevahî herêmên rojhilat û gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazor heyanî sînorê Iraqê tune bikin. Di heman demên de, em rola Komara Federal a Rûsya û artêşa wê ya hedefkirina nûqteyên DAIŞ‘ê û tevgera wê li herêmên rojavayê çemê Firatê ku derbên giran li wan xist, silav dikin.”