Taxa Şêxmeqsûd ku yek ji taxên kevin ên Helebê ye. Lê belê komên çekdar û rêjîma Baasê riyên ketin û derketina taxê ji aliyê devera El-Ewarid ku navenda Helebê bi Şêxmqsûd ve girê dide û ji aliyê Benda Mexselet El-Cezîra ku Şêxmeqsûd bi taxa Bustan Başa ve girêdide, bi temamî girtine. Her wiha riyên ku Efrîn û Heleb bi hevre girêdidin ji aliyê çekdarên îslamî yên Artêşa Azad ve hatine girtin. Tevî girtina riyan û dorpêçkirinê taxê jî jî şêniyên taxa Şêxmeqsûd li ber xwe didin û di meha Remezanê de karê xwe dikin û pêdiviyên xwe yên jiyanî ji sûka taxê dikirin.

Di meha Remezanê de Sûka Şêxmeqsûd tije ye. Tevî buhabûna zêde ye jî li Sûkên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, buhaya pêdiviyên jiyanî li Şêxmeqsûd ji taxên din ên Helebê kêmtir e. Ji ber vê yekê şêniyên taxên Eşrefiyê, Bustan Başa û gelek taxên din derbasî Şêxmeqsûd dibin û  pêdiviyên xwe yê Remezanê dikirin.
Komîte di nav xebatê de ne
Li Taxa Şêxmeqsûd tevî hemû zehmetiyan jî komîteyên xizmeta ên Meclîsa gel karê xwe dikin, kolanan paqij dikin, pirsgirêkan çareserdikin û bi hemû hêza xwe di nava hewldanan de ne. Di demên dawî de jî gelek koçberên ku ji ber topbarana rêjîma Baas berê xwe dabûn gundên xwe yên li Efrîn jî, vedigerin malên xwe û di taxê de dijîn. Di demên dawî de hêzên çekdar xwe di navendên xwe de bicih kirine û bi temamî ji taxê vekişandine. Her wiha gelek ji koçberên Şêxmeqsûd ku çûbûn Efrînê dan zanîn ku ji ber ambargoya li ser Efrînê ew neçar kirin da ku vegerin malên xwe yên li Şêxmeqsûd û li vir bijîn.




LEZGÎN HAWAR /ANHA/HELEB