Gundê Buhêrkê yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê, debara xwe bi çandiniyê dike. Li gund herî zêde rezvanî tê kirin, lê belê ligel rezvaniyê niha dest bi çandina zeytûnan, xox, qeresî, fisteq, bacanên sor, bacanên reş, îsot û xiyaran jî hatiye kirin. Welatî berên xwe li bajêr difiroşin û pê debara xwe dikin.

Şêniyê gund Îsmet Kalkan (47), diyar kir ku niha tevrika bostanê xwe dikin û got: "Em bostanê xwe bi awayê dilopkirinê av didin. Ji bo av bigihê koka nebatê em tevrikê dikin û eşêfê dikin. Heya zebzê me digihên em sê caran tevrikê dikin."

Kalkan, bal kişand ser şewba Covîd-19'ê jî û got: "Di mal de bêhna mirov teng dibe. Em jî bi baxçe re eleqedar dibin û pê bêhna me dertê. Ma ji çandiniyê xweştir tişt heye. Ên di nav xwezayê de bin emrê wan 10-15 salan dirêjtir e. Loma divê kurd giş berê xwe bidin gundan û dest bi çandiniyê bikin."

 

 MA/MÊRDÎN