Avesta da xuyakirin, ku cejn ji bo bawerî û gelan tê wateya; xwedîderketina li rastiya xwe ya dîrokî, xwebûyîn û xurtkirina yekîtî û rêxistinbûyîna nava xwe ye. Avesta destnîşan kir, ku cejn di heman demê de rojên berxwedana li dijî zilmê ye û anî ziman, yek ji van rojan jî ji bo civaka Êzîdî cejna Çarşema Sor e.

Avesta têkildarî wateya cejna Çarşema Sor a were pîrozkirin got; „Siyaseta helandina hemû gel û baweriyan di nava senteza Tirk-Îslamê de û pûçkirina cewhera hemû bawerî û gelan, di roja îro de jî tê meşandin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, bi asteke bilind a zanebûn, yekîtî, rêxistinbûyîn û azadiyê, bi xwedîderketina li Rêber Apo re wê cejna Çarşema Sor bibe roja berxwedana li dijî mêtîngeriyê.“


Êzîdî bê Kurdistan nabin

Avesta bang li civaka Êzîdî kri û got, „Ez vê banga xwe bi taybetî li Êzîdiyên çûne Ewropayê û yên niha li ser rêya Ewropayê ne, dikim. Kurdistan bê Êzîdî, Êzîdî jî bê Kurdistanê nabe. Bila li xaka Şengalê vegerin. Xweparastina xwe xurttir bikin. Di wê baweriyê de me ku wê cejna Çarşema Sor a îsal bi ruhê bilindkirina berxwedanê ya ji bo xwedîderketina li ax, nirxên neteweyî, olî û çandî were pîrozkirin. Ez careke din cejan Çarşema Sor li civaka me ya Êzîdî pîroz dikim.“


Ji KNK’ê û FKÊ bîrozbahî

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, tevahiya gelê Kurd, gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, „Çarşema serê Nîsanê ye, cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a civaka Êzîdî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.“

KNK’ê da xuyakirin, ku ew hêvîdar in cejn li gorî wateya nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyeke mayînde ya nava civak û gelan.

Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) bi wesîleya Çarşema Sor peyamek weşand û cejn li civaka Êzîdî, gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir. FKÊ bibîr xist ev cejna herî kevin a civaka Êzîdî weke sersala Kurdî tê pîrozkirin. FKÊ bang li tevahiya civaka Êzîdî ya dilsoz hat kirin, ku vê çanda qedîm biparêzin û hat gotin, „Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsînin. Gelê me divê bi ruhê berxwedana Bakur,  Rojavayê Kurdistanê, Sengalê û hemû qadê tekoşînê tevlî pirozbahiyên Cejna Çarṣema Sor bibin.“ 


 ANF/BEHDÎNAN