Gundê Cifane di sala 1993’ya de ji hêla hêzên dewletê ve hatiye şewitandin. Piştî êrîşên qirkirinê welatî hewl didin li gund jiyana xwe berdewam bikin.

Hovîtiya dewletê didome
Welatiyê bi navê Mahmut Salgucak ê di avahiyên xirabe de rûdinê, diyar dike ku ew 3 meh in hatine gund û di avahiyên rûxandî de dijîn.  Jina bi navê Sadika Sanir jî gundên wan di 93’yan de hatiye hilwşandin û piştre koçî Şirnexê kiriye. Piştî Şirnex ji hêla dewletê ve hat rûxandin, Sanir vê çarê vegeriya gundê xwe yê ku di 93’yan de hat rûxandin. Sanir diyar kir ku ew ji nûve avahiyên li gund saz dikin û li wir dijîn.

Welatiya bi navê Zeynep Salgucak jî li ser hovîtiya dewletê û polîtîkaya wê ya qirkirinê axivî û aşkera kir ku 3-4 caran e  tên koçber kirin.

ŞIRNEX