Ji ber bendava Ilisuyê ku li Êlihê tê çêkirin di serî de bajarê dîrokî Heskîf, bi dehan gundên li geliyê Dîcleyê di bin avê de bimînin. Ji ber vê yekê jî veguhastina Heskîfê di rojevê de ye, bi vî armancê hefteya borî li Qanûna Baca Dahatuyê û Pêşnûmeya di Guhertina hin Qanûnan de torbeyek hate zêdekirin. Bi vî qanûnê ve zemîna qanûnî ya ji bo veguhastina Heskîfê hate amadekirin. Parazvanên mafên jiyanê jî li hemberî veguhastina Heskîfê ne û dixwazin bê parastin.
Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê yê Stenbolê Cemal Gokçe diyar kir ku warên dîrokî di heman demê de hefizeyên civakan jî pêk tîne û nirxandina "divê ev cih bên parastin" kir. Gokçe destnîşan kir ku biryara veguhastina Heskîfê li hemberî civak û xwezayê neheqiyek e, di warê teknîkî de bê veguhastin jî dema ku mirov li nirxên exlaqî û etîk dinêre Heskîf nikare bê veguhastin û wiha axivî: "Ez veguhastina Heskîfê rast nabînim. Heyf e. Hêviya min ew e ku di dema kin de ji vî şaşîtiyê vegerin."
'Heke li ciheke din bûya dê bihata parastin'
Li gorî parazvanên jiyanê Balaban Gîrît jî anî ziman ku projeya veguhastina Heskîfê hem jî gelê li herêmê dijî hem jî ji bo xwezayê nerast e. Gîrît ê pirsa "Li şûna ku hûn Heskîfê biparêzin çima vediguhastin. An jî desturê didin ku di bin avê de bimîne" kir got ku heke li ciheke din ê cihanê bûya Heskîf dê teqez bihata parastin. Gîrît anî ziman ku berhemên dîrokî qadên ku di vê ewil bên parastin in.
'Divê bê rawestandin'
Seroka Komeleya Xwezayê Tugba Kiliç jî destnîşan kir ku gundiyên ku li dora Heskîfê dijîn mecbûr tên hiştin ku koçber bibin ev yek jî li dijî mafên mirovan e. Kiliç bilêv kir ku bi sedan kes mecbûr tên hiştin ku ji cih û warên bav û kalên xwe bên koçberkirin, wekî Komeleya Xwezayê ji bo Heskîf neyê veguhastin dê têkoşîna xwe bidomînin. Kiliç banga "Heskîfê biparêzin" li rayedaran kir û got ku divê Projeya Ilisuyê jî di demeke kin de bê rawestandin.
STENBOL/DÎHA