Li Baxozê, di nava 4 rojên dawî de bi hezaran DAIŞ’î û malbatên wan hatin veguhestin. Şervanên QSD’ê 1’ê Adarê ji sê baskan ve li herêmê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de li ber şerekî giran, ji bo çeteyên ku teslîm dibûn, baskekî operasyonê hate rawestandin û korîdoreke veguhestinê hate vekirin. Ji 9’ê Sibatê heta 1’ê Adarê zêdeyî 10 hezar kes ji herêmê hatin derxistin. Di nava çeteyên DAIŞ‘ê û malbatên wan de, gelek biyanî jî hebûn.

Qefle bi qefle teslîm dibin

Ji êvara 4’ê Adarê ve nêzî 9 hezar DAIŞ‘î ji vê korîdorê derketin û hatin veguhestin. Pirraniya kesên hatin veguhestin biyanî ne. Yên ku ji korîdorê tên derbaskirin, destpêkê li nuqteyên kontrolê tên kontrolkirin, piştre jî îhtiyacên wan ên xwarin, vexwarin û tenduristiyê tên dabîn kirin. Piştî vê jî bi wesayitan ji herêma şer tên derxistin.

 

DÊRA ZOR