Komîteya Çand û Huner a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayêm pêşeangeheke wênasaziyê vekir. Vekirina pêşangehê, wekî gaveke ji bo vejandina huner û şêwekariyê ye.

Bi dirûşma “Bijî Reqa” Komîteya Çand û Huner a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê pêşangeheke tabloyên şêwekariyê ku şêwekarên Reqayê beriya 2011‘an xêz kiribûn, vekir.Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê li bajarê Reqayê, huner û şaristaniya herêmê temirandibû, di dema rêjîmê de rola hunermend û rewşenbîran jî hatibû paşguhkirin.

Bi rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hunermend û şêwekdarên Reqayê berhemên xwe yên ku bi salan hatibûn temirandinê, êdî bi azadî û bi destekdayîna Meclîsa Sivîl a Reqayê derdixînin.

Bi huner banga vegera li Reqa û beşdariya li avakirina wê

Di pêşangehê de li hola avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  Reqayê hatibû organîzekirin 25 tablo ku qala adet û çanda gelê Reqayê dike, hatin pêşkêşkirin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku pirraniya şêwekar û rewşenbîrên Reqayê di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ û komên din ên çete de penaber bûbûn.

Şêwekarê Ehmed El-Cilid ku beşdarî pêşangehê bûye, îşaret bi tabloyeke xwe kir û got, “Ev tablo min sala 2011‘an xêz kiribû, ji tirsa çeteyên DAIŞ‘ê ku şerê çand û hunerê bajarê Reqayê kiribûn, min ew veşartibû.”

Şêwekar bang li hemû hunermendan dikin ku vegerin warê xwe û beşdarî ji nû ve avakirina Reqayê bibin.

ANHA/REQA