Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê pêvajoya rizgariya de biryarên girîng wergirt. KCK’ê ,  diyar kir ku ji ber xemsariya hikûmeta Tirk a ji bo çareseriyê gav avêtiye û ji ber ku di warê demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de tu helwdaneke erênî nîşan nedane wan vekişîna gerîla daye rawestandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiya civakî di navbera hemû gelên Rojhilata Navîn de pêk were di Newroza Amedê de bi şahidiya milyonan kesî bangewaziyeke dîrokî kir. Ev bangewazî li hemû cîhanê deng veda û bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. KCK di çarçoveya Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad de pêşî dîlên di destê xwe de serbest berda û dawiyê jî agirbest îlan kir. KCK herî dawî bi meşa azadiya ya gerîlayên HPG’ê çi ket ser milê wê pêk anî. Niha jî dora gavavêtinê ya hikûmeta AKP’ê û dewletê ye. Ji ber ku AKP li dijî ruhê pêvajoya rizgariyê tevdigere Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê biryarên girîng wergirt û ji raya giştî re aşkera kir.    

Gavên pêwist ne avêtin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku wan bi îlankirina agirbestê, bi serbestberdana leşkerên dîl, bi vekişandina hêzên gerîla li derveyî sînor ve bingeh û firsenda çareseriyê pêşkêşî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê kiriye û wiha hat gotin: “Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji ber ku bawer kirine ku riya herî baş a çareseriyê, biratiya gelan û çareseriya demokratîk e, gavên bi vî rengî avêtine. Agirbest û pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo, ji ber vê baweriya wî derketin holê. Tevî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû berpirsyariyên xwe bi cih anî jî, hikûmet û dewletê bi tu awayî bersiv neda van gavan û mîna ku tu bersiveke siyasî ya gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd tune ye, tevgeriyan. Bi bersivnedayînê re gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd bê wate hiştiye. Mîna ku li Îmraliyê tu hevdîtin nehatiye kirin û tu gavên ku divê biavêje tune ye, helwesteke bêberpirsyarî nîşan daye. Gelek derdor û raya giştî ya demokratîk a pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd hene hemfikirin ku AKP li pêşberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd tu tişt nekiriye.”

AKP rast nêzî pêvajoyê nebûn  

KCK’ê, destnîşan kir ku hemû alî qebûl dikin ku aktorê bingehîn ê ev pêvajo daye destpêkirin Ocalan e û wiha pêde çû: “Lê belê, ji bo serxistina vê pêvajoyê derfet ji Rêber Apo re nehatiye dayîn û ligel vê yekê aktorê bingehîn ê çareseriya vê pirsgirêkê di tecrîdeke giran de tê girtin û pêşî li xebatên wî nehatiye vekirin. Ev yek nîşan dide ku hikûmet bi samîmî nêzî pêvajoyê nabe. Serokwezîr û hikûmetê her roj gelek civîn pêk anî, her roj bi hezaran nêrînên derdorên cuda girt. Lê li aliyê din bi tenê mehê du saetan derfeta hevdîtinê ji Rêber Apo re hat dayîn. Ev rewş nîşan dide ku pêvajo bi awayekî baş nehatiye meşandin û nemeşiyaye.”
KCK’ê, da xuyand ku AKP li gorî pêwîstiyên qonaxa duyemîn tevnegeriyaye û wiha domand: “Hikûmeta Tirk wekî ku Tevgera Azadiya Kurd  hişyarî û daxwazên xwe ranegihandiye, bê berpirsyar tevgeriyaye. Ev bi awayekî vekirî tê wateya ku pêvajoya çareserî tune ye. Ji xwe serokwezîrê Tirk jî got ku ‘pêvajoyek wisa tune ye, tenê xebatên ku em dimeşînin hene’. Dema nêzîkatiya wî ya li hemberî perwerdehiya ziman hat pirsîn, berisiva wî jî  nîşan da ku di mijara çareseriyeke mayîn de xebateke cidî tune ye.”

Vekişîn hat rawestandin  

KCK’ê bi bîr xist ku li dijî nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî pêvajoyê wan vekişîna gerîlayan dane rawestandin û wiha berdewam kir: “Rêveberî û baskên bi raye yên Tevgera Azadiya me, nêzîkatiya hikûmeta Tirk a ku gav neavêtiye, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de bihêle gav avêtinê di mijara ziman û rêbazê de di nava helwest û zîhniyeteke hegomon de mayîn, li ber çavan girtiye û vekîşa gerîlayên di nava sînorên Tirkiyeyê de maye, rawestandiye. Nêzîkatiya bêberpirsyar a hikûmeta AKP’ê û gavên ku ji aliyê tevgerê ve hatin avêtin, bêwate hatin hiştin û li dijî rawestandina vekîna gerîlayan êdî ferzkiriye. Hikûmeta AKP’ê hemû gavên me yên wekî vekişîna gerîlayan ji nedîtive hat û bersiv neda vê hewldana me.  Hikûmeta AKP’ê polîtîkaya mijûlkirinê meşand û hewl da bi vê yekê biçe hilbijartinan. Berpirsyarê vê biryara me hikûmeta AKP’ê ye.  AKP’a ku bû sedema ku em vê biryarê bigirin, bê berpirsyar tevgeriyaye û di mijara çareseriyê de tu gav navêtiye. Di mijara vekişîna gerîlyan de, tu pêngav navêtiye û  ji ber vê jî bû sedema ku ev pêngav bi dawî bibe.”
KCK’ê, destnîşan kir ku AKP bi polîtîkayên mijûlkirinê rê li ber biryara rawestadina vekişînê vekir û wiha berdewam kir: “Aliyê ku li gorî  ku agirbesta me, vîna me ya vekişîna gerîla û vekişîna gerîla ya di astegeke muhîm de girîng nedîtiye, yê ku bersiveke rast nedaye vê û ev pêvajo weke rewşe mijûlkirinê bikar aniye û xwestiye li ser vê bingehê bi rewşeke agirbestê bikeve hilbijartinên herêmî û hilbijartinê bi ser bixe hikûmeta AKP ye. Lewma berpirsyarê vê rewşê hikûmeta AKP’ê bi xwe ye.”

Gerîla wê xwe bipareze

 KCK, anî ziman ku rewşa agirbestê ya ku hatibû îlankirin hêj didome û ev tiştan hatin gotin: “Tevgera me bi projeya demokratîkbûnê ya Rêber Apo di Newrozê de daniye holê bawer e. Biratiya gelên Tirkiyeyê, yekitiya demokratîk ya Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêka Kurd bi vê nêzîkatiyê  dikaribû pêk bihata. Helwest û nêzîkatiya xwe ya vê mijarê didomîne. Rawestandina vekişîna gerîlayan, ji bo ku ev proje cidî bê girtin û tiştên pêwist bên kirin, pêk hatiye. Gerîla jî Tevgera Azadiyê hêz û zîhniyeta demokratîkbûna Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê temsîl dike.  Her hêza ku gerîla û tevbera azadiyê wek hêzeke cidî nebîne, hêza ku zîhniyeta wê ne demokratîk û hêza ku zihniyta wê hegomonîk û qirkirinê ye. Ev nêzîkatî û helwest nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk di vê zihniyetê de ye.”

Cidî nêzî pêvajoyê bibin


KCK’ê bang li hikûmeta AKP’ê kir ku bi awayekî cidî nêzîkî pêvajoya rizgariya demokratîk bibe û ev hişyarî li AKP’ê kir: “Em ligel hemû nêzîkatiyên bêberpirsyar yên AKP’ê û dewleta Tirk careke din bang dikin ku di mijara çareseriya pirsigirêka Kurd û demokratîkbûnê de pêngav bên avêtin. Em careke din bibîrdixînin ku bila dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê  proje û derfeta dîrokî ya Rêber Apo rast binirxîne. Rawestandina vekişîna gerîlayan dê agirbestê biparêze. Di rewşa agirbestê de mayîn tê wateya ku di projeya Rêber Apo de pêngavên erênî bên avêtin.”
KCK’ê herî dawî bang li gel jî kir ku bi têkoşîneke bêhempa bersivê bidin xemsariya AKP’ê û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em bang li gelê xwe û hêzê demokrasiyê jî dikin ku li dijî vê helwesta AKP’ê têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo AKP pêngavan bavêje dengê xwe bilind bikin.  Divê gelê me û hêzên demokratîk li projeya Rêber Apo xwedî derkevin û em bawer dikin ku ger têkoşîn bê dayîn dê ev banga dîrokî bi serkeftinê encam bibe.”