
Carnan êşa veqetînê mirovan kerr û lal dike, carnan di dilê mirovan de weke ku erdhejek bê jiyîn dil û mejî dihejîne; carnan weke ku mirov xewnê bibîne, di bin bandora wê xewnê de bimîne û wê xewnê qebûl neke bi xwe re şer bike ye. Carnan jî wek mirov bi dengek bilind heya ji dest tê qîr dike; carnan di dil de ev êş dimîne û bi hêviya careke din hevalên xwe bibînê mirov birîna dilê xwe dipêçe…
Li çiyayên Kurdistanê di nav refên gerîlayan de, pir caran gerîla ji bo ku biçin çiyayên cuda têkoşînê bidin meşandin ji hevdu qut dibin; her veqetîn di aliyekî de kêfxweşî, di aliyekî din de jî êşê bi xwe re tîne.
Gerîlayên ku diçin cih û warên cuda bi coş û bi moralek mezin bi armancên hîn mezintir berê xwe didin şiverêyan û ji bo serketinê dimeşin. Dema bi kêfxweşî dikevin ser şiverêyan di aliyekî de kêfxweş dibin, di aliyê din de jî xemgîn; ji ber ku ji rêhevalên xwe qut dibin. Ev jî rastiyeke, her gerîlayek di çiyayên cuda de, di nava şerekî dijwar de cihê xwe digire, ew jî difikirin dê careke din hevdu bibînin an na? An jî piştî çend salên din û li ser kîjan şiverêyan, li kîjan herêmê hevdu bibînin? Heman heval gelo dîsa wê ligel hev kom bibin?...
Êşa veqetînê pir caran henaseyan diçiqîne û dil disotîne. Sedema vê êşê jî ev e; tu tişt li ser hezkirina rêvaltiyê nîn e, û ancax gerîla van hestan fêm bikin û wateyê bidinê. Dayik hestên dayiktiyê, bav ên bavtiyê, bira yên biratiyê, xwîşk ên xwîşktiyê dizanin û hema bêje civak hemû jî ev hest jiyane û dijîn jî. Lê, hestên rêhevaltiya gerîla ancax gerîla zanibe! Veqetîna ji hevdu jî ancax ew dikarin bi nav bikin û zanibin…
Gerîla tu caran fêrî hesreta veqetîna hevdu nabin, ji ber ku ew di her kêliyên jiyana xwe de hev hîs dikin û li ser şiverêyên dirêj hev bi bîr tînin. Carnan jî li ser wan şiverêyan rastî hev tên û bîranînên xwe yên kevn bi hev re parve dikin.
Hesret û êşa veqetîna ji hevalên xwe di dilê xwe de her tim bi hêvî û serketinê dadigirin. Ew bi hêviya serketinê hesret û êşa veqetîna ji hevalên xwe di dil de ji bo jiyanek hevpar û azad dikin barê xwe yên sereke. Ew tu caran fêrî veqetînê nebûn û nabin jî; lê ew wateya veqetînê jî jidil hîs dikin û dizanin...
ŞEVÎN MURAT BÎNGOL