AKPe hîna ne desthilatdar bû, dîse dibin pêşengiya Tayyip Erdogan de, çep lêda, sloganên çepgiran qîriya, helbestên şoreşgeran xwendin. Gelek demokrat û çepgirên Tirkiyê ew destek kirin. Sloganên Erdogan weke hêviyekê bûn.
Balkêş e ku, Ittihat û Terakî jî li dijî zordestiya Abdulhemîd hate damezrandin. Rewşenbîrên Kurd, weke Abdullah Cevdet û Ishak Sukutî jî di sazûmankariya vê rêxistinê de cih girtin. Piştre Seîd-î Kurdî jî, ji sedema zordestiya Abdulhemîd, di nava wan de cih girt.
Rêxistinên wiha, wek hêviyekê derbikevin holê jî, ji zihniyet û siyaseta pîneyên siyaseta revizyonîzmê nikarin rizgar bibin. Demên wiha navber, demjiyanên guhertinî ne û valahiyên dîrokê dadigrin. Di van demên dîrokî de bi nîqaş û şerê devjenkê, rojev tê guhertin, komên xelkê li derveyî pêşketinan tê hiştin û tê mijul kirin.
Di nava deh salan de, eşkere bû ku, AKPê jî amûr û avadana îdeolojiya fermî û stratejiya kûr û dûr ya dewletê ye. Revîzyonê dike û di her pêşketinên dîrokî de, bi bûyereke balkêş rojevê diguhere, komên xelkê mijul dike, ji rojevê dûr dike. Lê şerê klasîk jî dimeşîne.
Vexwendina Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî jî, hewldaneke bi vî rengî ye. Vexwendina Amedê jî aliyekî din yê hewldana kûr û dûr e. Bêguman, hatina Mesut Barzanî ya Amedê, gaveke dîrokî ye û mafê wî ye. Lê her gavên dîrokî, nabin xêrxwaziya hêvî û daxwazan.
Hinek kesên ku xwe wek dîrokzan didine nas kirin û yek berhem li ser dîrokê ne nivîsî ne; vexwendina Birêz Mesut Brazanî, dişibînin têkiliya Xanedanên Osmanî û Mîrekên Kurd, yên 1514an. Lê ew dîrokzanên ku “tîtr”a wan ya “DR.” heye, lê bîrdoza wan ya “tîtr”a doktoriyê jî nebûye pirtûk, rastiya wê demê ku Mîrekên Kurd û Xanedanên Osmaniyan “musawî” ne nayînin ziman. Beramberî hev û li dijî dijminan, bi şertê biçin bi hawara hev, peyman îmze kirine.
Lê îro, dewleta Tirk, di bedena AKPê de û di şexsê Tayyip Erdogan de, di gotinê de, di siyasetê de, di dîplomasî de, di şerê germ û sar û psîkolojîk de li dijî tevahiya gelê Kurd, li dijî Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat şer dike. Bi netew-dewletên têkildarî cografya Kurdistanê; Iraq, Iran û Suriye re, bi xwedawendên ku siyaseta parçekirina cografya Kurdistanê kirin pratîkê re, hevkariyê dike û li dijî tevahiya Kurdan şer dike. Li cem Xanedanên Osmanî Kurdistan jî gelê Kurd jî dihate erê kirin. Li cem Tayyip Erdogan, Kurd û Kurdistan nîne. Li Tirkiyê Rojavayê Başûr, li Başûr, bakurê Iraqê, li Suriye, başûrê Suriye hene. Tirkan, balafira ku Iranê navê Kurdistanê li ser nivîsî bû, qebûl nekirin û ew nav dane xerab kirin û hilandin.
Di siyaseta nû de, dîwarê şermê çêdike, di siyaseta klasîk de dixwaze Kurdan jî li hemberî hev bikar bîne.
Lê ev teva nayên wateya ku rayedarên Başûrê Kurdistanê bi Tirkiye re têkiliyan ne deynin, neçin û neyên. Divê em jibîr nekin şertên vê jî hene. Şertên vê jî, ji her cûre şertan girantir in. Ji bo kesayetiyên weke Birêz Mesud Barzanî jî bêhtirîn girantir in.
Helbet, mafê Birêz Mesut Barzanî heye ku biçê Amedê. Gelê Bakur jî, wê ji serdana Birêz Mesut Barzanî şerefyab bibe. Lê weke min li jor got, dîrok hinek şertan destnîşan dike. Di vê demê de, sekreterê giştî yê Pêşmergeyan Cabbar Yaver jî, bi vexwendina NATO çû Belçîke.
Gelo planekî, li dijî Rojava di rojevêd e heye, yan na?
Îro li Rojhilata Navîn, dîrok jî, cografya jî, gelên li herêmê jî rastiyekê dîqîrin. Di vê qonaxa ku çemê dîrokê bi pêl û şelqên pirr xurt û dijwar diherike, riyên siyasî teva ber bi Hewlêr û Qendîlê ve diçin. Dilê, destîniya Rojhilata Navîn li Hewlêr û Qendîlê lêdide. Ne Enqera, ne Baxdat, ne Tehran, ne jî Şam... Eger rayedarên Hewlêr û Qendîlê dijmin, lîstîkên dijmin, manewreyên dijmin nebînin û fêm nekin, ev riyên ku ji tevahiya herêmê ber bi Hewlêr û Qendîlê dirêj dibin, dikarin bibin riya Appia, ku Spartakus û hevalên xwe têde hatin çarmix kirin.
Birzê Mesud Barzanî, ne bi vexwendina Şaredariyê, BDPê, HDPê, saziyên civakî yên Kurd, u hrw. diçe Amedê. Bi vexwendina Serokwezîrê Tirk Erdogan diçe Amedê. Û ji bo zewaca sêsed keç û xortan, vekirina kargeh û karsazan e. Gelo, ev îcabet, di toreyên gelê Kurd de nayê wateya sivikatî, kemîn û davikê? Eger kurê Tayyip Erdogan, yan jî keça Erdogan zewicî ba ne, cihê vê pirsê ne dima.
Eger Erdogan, Birêz Barzanî ji bo pêvajoya çareseriyê, bi rayedarên din yên bakur û parçeyên din re vexwendibane Amedê, hingî mirov dikarîbû bêje, rûpelekî nû di dîroka Kurd û Tirkan de vedibe. Hingî, tevahiya cîhanê wî li çepikan bide. Divê em zanibin, vexwendina Birêz Mesud Barzanî ya Amedê, bi vî rengî, bi vê temtêlê û bi nîrengiya pirr alî, nabê pengavek guhertinî. Bandorê li siyaseta dewleta Tirk jî nake. Bêguman wê bibe qonaxek nû, lê hêvî ew e ku ev qonax ya xêrê be. Bêguman Erdogan wê di torena zewaca xort û keçan de, di vekirina kargeh û karsazan de biaxive. Ez bi nîşan dibêjin, Erdogan, weke Kongreya AKPê, navê Herêma Federal a Kurdistanê jî bikarnayîne. Têkoşîna Kurdên Bakur, dewlet û desthilatdariya Tirk mecbur kir ku biçe Hewlêrê.
Têkoşîna Kurdên Rojava jî, dewlet û desthilatdariya Tirk mecbur kirin ku rayedarên Başûrê Kurdistan vexwendî Amedê bikin.
Gotina dawî: Têkoşîna gelan, ji aliyekî ve seyra dîrokê diguhere, ji aliyê din ve dagirkeran berteref dike. Lîstîkên mezin hene.
Vexwadina Mesûd Barzanî ya Amedê
Desthilatdariya AKP û dewleta Tirk taktîk û teoriyên xwe guhertine. Lê siyaseta klasîk jî di domîne. Di her du aliyan de manewreyan dike.