JVC, bi dirêjiya wê “Japon Funai Electric” yekemîn car di meha Îlona 1976’an de ev kasetên VHS xistin piyaseya Asya û Ewrûpayê. Sala 1977’an li DYE’yê jî ketin piyaseyê. Ji wê rojê heta sala 2006’an fîlm lê hatin bar kirin, hatin belavkirin. Yekem car fîlmê bi navê “The Young Teacher” li van VHS’yan hatibû barkirin û hatibû belavkirin, herî dawî fîlmê “Dîrokçeya Şîdetê” lê hat barkirin û li Emerîkaya Bakur hat belavkirin.


Nifşê serketî

Bi taybetî di salên 80’yî de li gelek deran fîlm ji van VHS’yan hatin temaşekirin. Hinan li fîlmên Bruce Lee, fîlmên kareteyê, hinan li fîlmên seksê, hinan li fîlmên din temaşe dikir ji van kasetan. Nifşek bi van kasetan mezin bû. Ev kaset dihatin kirêkirin, di vîdyoyan de dihatin temaşekirin û paşê dibirin bi yên nû dihatin guherandin. Demeke dirêj çerx wisa geriya, bi mîlyonan, belkî bi mîlyaran kesî sûd ji van kasetan wergirt. Di van salan de “Betacam” (Betamaks) û Vîdeo 2000 li dijî VHS’yê derketin lê bi ser neketin. Sala 1987’an Super-VHS (S-VHS) ketin piyaseyê, paşê ji bo vîdeo kamerayan VHS-C hatin derxistin. Bi kurt û kurmancî Kurd, Tirk, Ereb, Ingilîz, Elman, Fransî, ji her miletî mirovan ji VHS’yan sûd wergirt. Lê wekî tê zanîn dawiya her tiştî heye, ya VHS’yan jî. Lewre şirketa Funaî ku ev kaset çêdikirin û belav dikirin biryar da ku êdî van kasetan çap neke.


 Ji 15 mîlyonî hat 750 hezarî 

Par li temamê dinyayê hejmara firotina VHS’yan daketibû 750 hezarî. Dema VHS di serdema xwe ya serketî de bû salê 15 mîlyon heb kaset çap dikirin.


DVD pişta VHS da erdê?

VHS heta salên 90’î pirr baş ber bi pêş ve diçû lê di sala 1994’an de şirketa Sony “DVD” afirand, di sala 1997’an de ev ket piyaseyê û jê hat hezkirin. Pêşî DVD hinek buha bû, loma VHS hinekî jî dom kir. Lê di sala 2001’ê de yekem car firotina DVD’yan wekî hejmar ji ya VHS´yan bihurî. Piştî wê salê, her ku çû, DVD zêdetir belav bû li nav gel û VHS her ku çû ber bi paş ve çû. Û niha bi daxuyaniya Funaî ku êdî dê VHS’yan çap neke, rûpelek din a dîrokî hat girtin. 

Wekî têbîniyekê, kesên hê dîmenên wan di VHS’yan de bin, bi cihazan divê veguherînin berî ku ew cîhaz jî ji pisayeyê rabin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN