Nivîskar û maceraperestê navdar Patrice Franceschi li paytexta Franseyê Parîsê bû. Ew danasîna romana xwe ya dawî dike û hevdîtinên xwe ji bo projeya xwe ya dawî zêde dike: Avakirina navendeke çandî ya fransîaxêv li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de.

Franceschi dibêje, “Divê ha vê kêliyê Franse li wir be”.  Franceschi di heman demê de efserekî rezerv ê artêşê ye jî. Bi nîşandana plana avahiyê re ew dibêje: “Di warê eskerî de Kurd wê dawiyê DAIŞ´ê tê bibin. Lê belê tundrawên bi navê Îslamê wê bi sîlehan neyî tinekirin”. Ev nivîskarê ku beriya 3 salan tevlî şervanên YPG´ê bû û şerê DAIŞ´ê kirî, dibêje wî li Rojava dîtiye ku jin û mêr bi hev re hewl didin demokrasiyeke bi nirxên gelemperî ava bikin. Ji tecrûbeya xwe Patrice Franceschi pirtûka bi navê “Mourir pour Kobané (Mirina ji bo Kobanê)” derxist.


“Derew koledarî ye rastî xwe azadkirin e”

Franceschi li ser daxwaza Hevserokê PYD´ê Salih Muslim bi xwe ev proje bi pêş xistiye. Armanca projeyê ew e ku li Rojava navendeke çandî ya “bi ruhê villa Medicis” ava bike. Ev navend wê bibe zanîngeh, cihê şên û cihê hevdîtina hunerî. Ji niha ve kesên navdar ênb weke Régis Debray, Françoise Chandernagor, Sylvain Tesson û Bernard Kouchner destekê didin projeyê.

Franceschi dibêje, “Ji fikra baş û xirabê û wêde, ev pirsa rastiyê li hemberî derewê ye ya ku bala min dikişîne ser xwe. DAIŞ çi difiroşe? Kurd çi difiroşin? Derew koledarî ye. Rastî xwe azadkirin e.”