Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Strasbourgê hatibû destpêkirin, di roja 12’an de dewam dike. Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Strasbourgê ye. Rojane nûnerên gelek sazî û komeleyan diçin serdana çalakgeran. Ji ber Cejna Noelê serdanên xelkê yên ji bo çalakiyê zêdetir bûn. Wekî din  tevgerên çep ên Tirkiyeyî û komele jî destekê didin çalakiya greva birçîbûnê.

Doh jî DÎDF çû serdana çalakgeran. Çalakgeran têkildarî çalakiya xwe û daxwazên xwe ji wan re peyivîn.

Daxwaza hevdîtinê ji bo KE û CPT’yê

Çalakgeran daxwaza hevdîtinê ji Konseya Ewrûpa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) kir da ku biçin Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Hevserokê KCDK-E´ê Yuksel Koç ê tevlî çalakiyê bûye, anî got, “Em biryardar in heta tecrîda li ser Ocalan bişikînin çalakiya xwe bidomînin. Em ê bi vîneke bi hêz bi ser kevin.”

 

ANF/STRASBOÛRG