Tevî rojnamevan Nahir Pale me berê xwe da eniya rojhilat. Ji bo rewşa eniya han ji nêz ve bişopînin û car din çîrokên berxwdaniya wan şervanan derxin holê.
Di wan kolanan de jî rastî perçeyên hawanê yên teqiyayî hatin. vê ca rengê zirar û xerakirina ku li du xwe dihiştin çavên mirov kelegirî dikin. Bi meşê re em arastî 4 hawanên neteqyayî hatin. Tu wisa pê dihesî ku ew hawan ji şermê neteqiyan û wisa li wan kolanan bê deng mane û dîmena han temam dikin. Kêmek derbas bû çeteyan dest bi avêtina hawanan kirin. wisa heya em gihiştin eniya rojhilat.
Li wir em li 2 nuqteyan geriyan. Cara yekem 2 şervan bûn rênasên me. Li noqteya han girûpek şervanan ku her yek ji herêmekê hatiye û tevlî berxwedanê bibû hebu. Ji wan û sohbeta wan şervaneke bi navê Zîlan ku her rûyê wê li ken bû bala min kişand. Ew ji gundê Cimo ê rojhilatê herêna Kobanê bû. Min jê pirsî di vî şerî de, di nav vê reşahiyê de tu çawa dikenî? Wiha bersiv da min: „Ew hestekî ku azadiyê îfade bike ye. Ew heyecana şerê me ye, em jê moral digrin ji wê hevaltiyê. Em li vir azadiya xwe hîs dikin, kî dikare li ber azadiyê ne ruken û xweşbîn be?" Piştre ji min re diyar kir ku xwîşka wê (Zeyneb), keça apê (Medya) û keça xalê (Mizgîn) jî li heman eniyê ne.
Li kolanekê 2 şervan (Elîf û Birûsk) sekinîbûn, sohbet dikirin û dikeniyan. Wan ji hev re datayên şerê xwe yê rojekê berê vedigotin. Di nav gotinên wan de enî zêde serbilindî dihat gotin. Li pişt cihê ku ew lê sekinîbûn hin avahî zirarên pir mezin dîtibûn, hin şewitîbûn û hin hatibûn xwarê. Dema min ev yek ji wan pirsî, Birûsk bersiv da û wisa got: "Beriya 2 rojan çeteyên DAIŞ`ê erebeyek teqemenî barkirin û şandin vir. Şervanên me pêşketina tirimpêlê asteng kirin û ew teqandin. Di encamê de tu zirarên canî çênebûn, lê belê avahiyên li derdorê hemu ketin xwarê".
Cardin êrîşeke xwekujiyê
Li noqteya duyemîn car din em rastî xerabûn û şopên êrîşeke xwekujiyê hatin. Lê vê ca xwîn û perçeyên laşên mirovan li hole bûn. Ji wir em derbasî gel koma şervanan bûn. Kombûna wan şervanan ne normal bû. Her yek ji deverekê û be temenekî bû. Kalemêrek bi navê Hêja (47), jê re digotin hevalê Xalo ji Bakurê Kurdistanê tevlî berxwedanê buye. Egîd (19) salî ji Kobanê bû, Ferhad (27) ji Efrînê berê xwe da berxwedaniyê û hin şervanên din ji Kobanê û Bakurê Kurdistanê.
'Em li ser xwînê hatin gel hev'
Şervanê bi navê Rêdûr wisa behsa hevaltiyê dikir:“"Me di hevaltiya xwe de sînor û temen derbas kirin. Hevaltiya me cewherî ye, ji ber ku li ser esasê hev parastin û xwe fedakirinê avabûye."
Hevalê Xalo gelekî nirxparêz bû. Wî li her deverê aleke kesk û sor û zer hilda bû. Digot ji bo van nirxan em şer dikin. Ji ber wê jî Xalo gelekî xweşbîn bû, her ji şervanan re behsa şikandina DAIŞ`ê û nêzikbûna dema derxistina wan ji herêmê dikir.
Nêzikatiya Xalo mîna yah emu şervanên wê çeperê bu. Bi girtina wan moralan em ji wê eniyê di bin topên hawanê derketin.
NAZDAR EBDÎ / KOBANÊ