
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku pêkanînên Îranê yên li hemberî girtiyên Kurd nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku rêya herî baş a ji bo Tehranê, bi diyalogê çareserkirina pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re ye. Ok da zanîn ku rewşa şoreşgerên Kurd yên di zindana Îranê de her tim dişopînin û girtî her tim di rojeva wan de ye û wiha berdewam kir: “Wek rayagiştî jî dizane, berê gelek şoreşgerên Kurd jî di nav de gelek girtiyên siyasî hatine darvekirin. Ev hemû mirovên bi rumetin. Ev dozeke, azadiya gelekê diparêzin.”
Pêwîstiya Îranê bi demokrasiyê heye
Ok bi lêv kir ku dewleta Îranê piştî êrîşên DAIŞ’ê bûyerên li Rojhilata Navîn divê baştir analîz bike û wiha got: “Wisa xuya ye ku zîhniyeta netewe dewlet ji dewleta Îranê bi hêztire. Em dibînin ku Îran hêj di polîtîkayên xwe yê berê û paşverû de israr dike. Ev hem ji bo dewleta Îranê û hem jî bo gelê wê ne rewşeke erêniye. Ya rast eve ku bûyerên li herêmê, bi bûyerên cîhanê re, dewleta Îranê xwe reforme bike, xwe li dijî demokrastiyê hestiyar bike, hemû pirsgirêkên li Îranê bi perspektîfa demokratîk û hemû cudahiyan wek dewlemendiyê bibîne û perspektîfa jiyana bi hevre ya azad û demokratîk ava bike.
Girtî têkoşîna azadiyê dikin
Ok destnîşan kir ku ne tenê Îran, li Tirkiye, Başûr û Rojava jî gelek şoreşgerên Kurd hatine girtin û wiha berdewam kir: “Ev girtin hemû ji pirsgirêka Kurd pêk tên. Li Bakurê Kurdistanê jî ev wisa ye. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran şoreşgerên Kurd di zindanan de bi salan dîl hatine girtin. Mînakek din ya wek vê li cîhanê tune. Li girtîgehên Saygon dema herî dirêj a cezayê 8 sale. Li zindanên Tirkiyeyê bi sedan kesên ji doza PKK’ê radizin, ev 23 sal zêdeye di girtîgehê de tê girtin. Dîsa bi sedan, hezaran kes rastî cezayê muebetê hatin. Mînaka vê di cîhanê de tune. Ev jî ji pirsgirêka Kurd diqewime.”
Dijayetî fêde nade Îranê
Sabrî Ok bibîrxist ku dijîtiya Kurdan fêde nade tu hêzî û got: “Ji bo Kurdan jî ev rewş wisaye. Ev bo gel û dewleta Îranê jî wisa ye. Hewldana Kurdan ya bo jiyaneke bi hevre bo Îranê û gelê Kurd başe. Ev dê derxe holê ku hinek fikarên dewleta Îranê jî bê watene. Îran dikare belav be, parçe bibe, ev fikar li gorî min ne rastin. Berovajî vê neçareserî van tiştan bi xwe re tîne. Çareseriya demokratîk fikarên bi vî rengî jiholê radike. Zimanê siyasetê di esasê de zimanê çareseriyê ye, zimanê siyasetê de lêgerînên derveyê şer derdixe pêş, girtina biryarên li dijî gelane. Niha li Îran ger pirsgirêka Kurd hebe, ger pirsgirêkek wê ya çandî hebe, ew jî heye. Wê demê ya rast çiye? Îran divê bi nûnerên van gelan, îradeya wan re hevdîtinê bike û riya muzakereyê pêşnûmeya ku hemû pirsgirêkên çareser dike esas bigire. Berovajî vê dê pirsgirêk derkevin holê.”
Berxwedana li zîndanan têkoşîna jiyanê ye
Ok destnîşan kir ku ev 20 roje girtî li Urmiyê di girevê de ne û wiha pê de çû: “Ev berxwedanek bi rûmete. Di şert û mercên girîgehê de berxwedan, tê wateya ku îradeya xwe danîne holê helwesta xwe diyar dikin. Ev wek bedena xwe li rojiya minê razandiye. Di dîroka PKK’ê de mînakên bi vî rengî yên bi rumet gelek zêde ne. Niha li zindanên Îranê berxwedanek bi vî rengî heye. Sedema sereke ya berxwedanê, ji ber pirsgirêkên xweser û şênber yên demokrastiyê pêk tên. Li gorî agahiyên me girtine zextên li ser girtiyan zêde bûne, her diçe mafên wan yên mirovane ji holê tên rakirin. Zindan ji bo polîtîkayên serdest çiqas ku wek qadên şikandina îradeyê û ji derveyê têkoşînê girtin bê dîtin jî, li dijî vê şoreşgerên li zindanê bi îrade û hişmendiya xwe heta dawiyê berxwe didin û nîşan dane ku tu hêz ne di ser vê îradeyê de ye. Li girtîgehan şer û têkoşîneke îradeyê ya bi vî rengî heye. Beriya her tiştî mirov di her şert û mercî de dixwazin bi mirovane bijîn. Hele şoreşgerek tu car neheqiya ku heye qebûl nake. Dewleta Îranê neçare ku derfetên jiyaneke bi rûmet pêşkêşî girtiyên zidanan bike. Ger ev tunebe bê guman wê demê têkoşîna mafan wê bê dayîn.”
Darvekirin birînîn xedar vedike
Ok got: “Dema mirov li Îranê dinêre darvekirin tê hişê mirovan. Em tu car ji bîr nakin ku van darvekirinan birînên çawa bi gelê Kurd re vekirine. Dewleta Îranê bi taybet di pêvajoyeke wisa de ku li Rojhilata Navîn guhertinên girîng tên jiyîn, divê pirsgirêka Kurd bi riya muzakereyan çareser bike. Di pêvajoyeke wisa de berê xwe didin zindanan û zextan li girtiyan dikin. Kesên eroînê bikartînin dikin koxuşên hevalên me, diz û girtiyên edlî dibin koxuşên hevalên me. Ev bi tena serê xwe pirsgirêke. Ev nêzîkatiyek şaşe. Divê Îran di vê mijarê de bi hestiyar tevbigere. Em wek tevger û gel di nava bendewariyê de ne. Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn pêş dikevin. Her ku girev bidome dê nerazîbûn jî bidomin. Wê li parçeyên din yê Kurdistanê jî pêş bikeve. Wê li Ewopayê jî pêş bikeve. Ev gelê Kurd dike yek.
Divê gelê Kurd dengê xwe bilind bike û xwedî li zarokên xwe yên girtî derkeve.”
ANF/BEHDÎNAN