Vîrusa Korona Bandora Wê A Derûnî Û Rêyên Çareseriyê?
Piştî belavbûn û derketina destpêkê ya vîrusa korona li dawiya sala 2019'an li cîhanê, bandoreke xirab li tevahiya cîhanê kiriye. Nexasim bandor li derûniya xelkê kiriye.
Yek ji nîşan û xisleta sereke ya vîrusa korona ku weke COVID-19 jî tê naskirin, li bajarê Wuhan ê Çînê derket holê, piştî du sê mehan hema bêje li tevahiya cîhanê belav bû.
Hejmara kesên pê dimirin û pê dikevin roj bi roj zêde dibin. Herweha bi bandora şewbê gelek şerîke,kargeh û fabrîke dixisirin û heta hinek deriyên xwe dadidin.
Yanî ev wilo diyar dibe ku rewşek ekonomîya xirab peyda kiriye. Ango bi vê vîrusê re aborî û ekonomiyê jî derbeke xedar xwariye.
Çima ev vîrus ewqasî bi bandor e ? Vîrus bi lez belav dibe. Ev jî bi xwe re bandoreke xirab li tenduristiya civakê û derûniya kesan dike.
Ji bo derûniya kesên ku di malê de dimînin, pispordibêjin demên dirêj û bênavber tenê meriv dikare bi xwendin û mijûlbûna bi karên destan li malê derbas bike ta ku ji vê rewşê dûr bikevin.
Li gelek welatan dibistan jî hatine girtin û ev jî bandorê li zarokan dike nexasim zarokên ku di pola yekem de dixwînin ev jî wê bandorê li wan bike.
Li milê din yek ji rola belavbûna vîrusa korona li ser beden û derûna mirovan hema bêje bûye rojeve her malbatekê. Ji ber vê rewşê, ji dema ku ev vîrûsa Korona derketiye hem bêje pirsgirêgên malbatan pê re pê re peyda bûne, nexasim di navbera jin û mêran de arîşeyên mezin rû didin.
Ji ber ku her du alî her tim di malê de dimînin û ev jî dibe yek ji astengiyên malbatê.
Vîrusa Korana her çiqas diçe hijmara kesên ku pê dikevin û jiyana xwe ji dest didin roj bi roj hema bêje saet bi saet zêde dibe, lê ji ber li pirraniya welatan derketina derve qedexeye herkes li mala xwe ye ev jî bandorê li derûniya mirovan dike. Ji ber ku her kes di malê de ye û nûçeyan kêlî bi kêlî dişopînin hema di hemî rûpelan de nûçeyên ku tirsê dikin dilê mirovan belav dibin û ev jî bandorê dike da ku pîskolojiya mirovan xerab bibe. Li gorî psîkologan, pirr ne pêwîst be, divê mirov dûr û dirêj nûçeyên der barê rewşa kambax de neşopînin. Ji ber ku şopandina nûçeyên bi vî rengî zêdetir bandorê dikin û dibin sedem derûniya mirovan xerab bibe.
Ev rewşa domdar a nûçeyên der barê vê krîzê de dibe ku bibe sedema zêdebûna asta metirsiyê û bi vî rengî bandorek li ser tenduristiya mejî û derûniya xelkê bike.
Li gorî pisporan; ta ku ev qonax bi aweyekî rêkûpêk derbas bibe bi giştî xwendina pirtûkan bi taybet (helbest) û temaşekirina wêneyên şêwekaran baş e.
Belê li malê bimînin û pirtûkan bixwînin û li wêneyan temeşa bikin. Û zarokan ji bîr nekin ew bexçê malê ne.