Qibleya misilmanan Kabe ji ber şewba vîrûsa Korona hate valakirin.

Qraliyeta Erebistana Siûdî umreya vê hefteyê bi rengekî demkî rawestand. Piştî ku serdana Kabe hate betalkirin Pêncşemê li derdora Kabeyê mirov tinebûn.

Rayedaran diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna Koronayê wan tedbîreke bi vî rengî ya demkî wergirtine. Rayedarek li ser mijarê ji AFP’ê re axivî û bi bîr xist ku biryareke wiha beriya niha qet nehatiye wergirtin.

Welatên kendavê rojên dawî li dijî şewba Covîd-19 gelek tedbîr werirtin. Gelekan kombûn, festîval û çalakiyên sporê betal kirin. Li herêmê 5 jê li Erebistana Siûdî zêdeyî 150 nexweşên bi vîrûsê hatine tespîtkirin.

Her sal bi milyonan mirov serdana Kabeyê dike. Li gorî daneyên fermî di sala 2018’an de 18.3 milyon kesî umre kirin. Hec jî di sala 2019’an de ji aliyê 2.5 milyon kesî ve hatibû kirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN