Bi boneya 10’emîn salvgera şahadeta Fermandara YJA-STAR’ê Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) li gundê Sultandêy ê girêdayî bajaroka Sengesera navçeya Ranyayê yê Başûrê bi semînerekê hate bîranîn.

Semînera ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)’ê hate lidarxistin de gelek jin û endama RJAK’ê Şînda Cûdî amade bû. Di semînerê de endama RJAK’ê Şînda Cûdî axivî û bal kişand ser têkoşîna Leyla Walî Hisên. Cûdî diyar kir ku Leyla Walî Hisên bi çalakiya xwe hişt ku bi hezaran jin beşdarî nava refên têkoşîna azadiya jinê bibe. Cûdî gotinên xwe wiha domandin: “Şehîd Viyan kesek bû ku bi rêbaza rasteqîne Apocîtiyê û gerîla nêzî hevalên xwe û gel dibû. Timî ji bo perwerde û hînkariyê hewldan û xebat dimeşandin. Şehîd Viyan ji bo gelê Kurd bigehe azadiya xwe pir xebat dikir.”

 

Leyla Walî Hisên

Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) sala 1981’ê li bajarê Silêmaniyê hat dinê. Di sala 1997’an de tevlî nav refên PKK’ê bû. Viyan Caf bi armanca şermezarkirina êrîş û zextên dewletên dagirker ên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2 Şubata 2006’an de li Herêma Parastina Medyayê ya Haftanîn bedana xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. 



ROJNEWS/SENGESER