Kovar ji aliyê Komîteya Ragihandinê ya TEV-ÇAND’ê ve li Akademiya Çand û Hunera Demokratîk a Şehîd Yekda Herekol ku li Tirbesipiyê ye, tê amadekirin.

Di pêşgotinê de bi dirûşmeya “Parastina çanda me, parastina mirovbûna me ye” armanca kovarê wiha hatiye ravekirin: “Em ê bi vê kovarê nêzîkahî û hişmendiya xwa ya çand û hunerê parve bikin. Kovara me ronakbûna di asta ronesansê de ji xwe re wekî peywîr dibîne.”

Kovara ku ji 120 rûpelan pêk tê, bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî û zimanê Erebî hatiye amadekirin. 75 rûpelên kovarê bi Kurmancî, 45 jî bi zimanê Erebî ne.

Di hejmara yekemîn a kovara ku dê 3 mehan carekê bê weşandin de, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser çandê bi sernavê “Çanda Aryen û Civaka Kurd” hatiye dayîn. Her wiha nivîsên bi sernavên, “Şoreş, bi huner û wêjeyê mayinde dibe”, “Jina Kurd, afîriner, mertal û barhilgira bêdeng a çanda Kurd e”, “Li Kurdistanê erdnîgarî û çand”, “Ji ber çi hunermend xweser in”, “Derbarê çanda baweriya Êzdayetiyê de”, “Zimanê hebûna zindîbûnê”, “Civak çanda xwe diparêze” di rûpelên kovarê de cîh digirin.

Hejmara yekemîn wekî hezar û 500 hep hatine çapkirin û dê li tevahî kantonên Cizîrê û Kobanê bê belavkirin. Lê ji ber ku derfetên şandinê tunebû, kovar negihîştiye Kantona Efrînê. 


ANHA/QAMIŞLO