Di buharek bêrehim a welatê ku rojekî dikirin di bin betonan de veşêrin, navê Gulistanê li xwe kiri ji rika dojeha mirinê. Ji bo di nava çolek zuha û tî de ew jî bibe gulek, bibe gulek hêviyan piştî her kuştin, talan û komkujiyan. Li ber dengê bilûra awazên berxwedaniya Agiriyê fêrî stranên azadiyê bibû. Peyman bû ku ti caran agirê bedena Sema û Viyanê nevemire. Di welatê wê de agir pîroz bû, ew jî li ser şopa Zerdeşt dimeşiyan, herçend zarokên pêxas lê dev bi ken bûn. Li gel ku rondikên di kortika çavên wan de asê mabû lê hêj dikeniyan. 

Viyanê li her çol û newalên ku digeriya dengê xwe yê zêrîn bi xwe re digerand. Dengê wê niha li ser her kireke zozanên Elegezê bicih maye. Dengê zêrîn di berîka xwe de ji dizîka neyaran ji sînorên lêkirî derbas kir û xelatî lêvên keç û kurên evîndarê welatê xwe kir di bin her tava heyvekî de, li ber her agirê şevên gerîlatiyê kire stranek ji bo hemû pîroziyan. Li ber serê Arînê li ser girê Miştenûr awaza welatek ji agir dilorand û bi kenê Zehraya penaber çîrokên penabertiya welatê xwe zindî dikir.

Ji bo wê jî hevalê! Li welatê şervantiya te her hevalek ji bo rojek azad li ser hevalekî de digirî, bêriyê dike, serê xwe bi seatan daydine ser kevirê ber serê wê û ji bo dilorîne. Ji wê ye ku tu bûye hunermendê dilê her kêliyên ken, girî, şer, serkeftin û kêfxweşiyan. Te jî ji bo her cangoriyek Kobanê awazek çêkir, dema çavê xwe girtin, dengê te di guhê wan de hêj hewar dikir. Te hemû hestên wan di dengê xwe de kir sirûda azadiyê heval.. Û gelo wê kê dengê te, kenê te û hestên te bike stran. Kîjan hest têra meşa te ya ji Makoya berxwedêr heta Kobanê dike gelo? Wê hestên te di kîjan hestan te cih bigire û wê kjîan deng li ser dengê te re biwêre qîr bike û dil bişewitîne. Keça hunermend Viyan Peyman şer kire stran û stran kir şerê berxwedanî û azadiyê. Em li ber çavên xwe şahidê vê heybet û destanên bê wêne ne, ne hestên me têra hestên wê dike û ne jî dengê me têra dengê wê dike. Keça ku ji bo welatê xwe, heval, dost û hezkiriyên xwe bû stranbêj. Ji bo wan her carê qîr kir û bû dengek ji gotinên wan yên negotî. 

Wê demê bêje hevalê hemû gotinên dilê me bi wê dengê xwe yê zelal. Bêje tiştên em newêrin wek te wesif bikin, tu di stranê xwe de bi nav dikî. Stranên te wate dide hemû hestên me û carekî em bixwe dihsin ku tu çiqas wêrek û fedakarî. Hem diwêrî ya dil bêjî hem jî ji bo gotina dil şer dikî. Ji wê ye ku şerê te ewqas pîroze û te bedew dike. Dibêjin gotina ji dil derbikeve wê li ser dil rûnê. Qîr bike hemû hestên me, tu dengê dil û ruhê meyî Viyanê. Me hemû êşên xwe di dengê te yê zelal de veşartiy, bi gotinek din dengê te stargeha gotinên me ye. Hemû nepeniyê di rûyê zarokên Kobanê de di dengê te de veşartiye, tu ji wan re jî bûyî stargeh. Ji wê ye ku kes di çavên te de xwe xerîb nabîne. Ji wê ye ku bi dengê te bê hemdê mirov rondik ji çavên mirov tê xwarê. Dîsa jî dibêjim gotin ji dilê te tê ji wê ye ku li ser dilê hemiyan rûniştiye, Viyanê!