Li navenda Kantona Efrînê, Fermandara YJA-STAR Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) ku li hemberî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2 Sibata 2016’an de agir berdabû benda xwe, di 10’emîn salvegera şehadeta xwe de bi civînekê hate bîranîn. 

Civîna ku ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Efrînê hate lidarxistin, Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Cîger axivî. Cîger derbarê têkoşîna Viyan Caf û têkoşerên din ên jin ku canê fedayî doz û azadiya jinan kirine de axivî.

Bi boneya salvegera şehadeta Viyan Caf, li navçeya Cindirêşê ya Efrînê jî ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Star a navçeyê civînek hat lidarxistin.  Piştî re beşdarên civînê di nava kolanên navçeyê de xwepêşandanek li dar xistin. Di xwepêşandanê de êrişên li ser gelê Bakûrê Kurdistanê tên meşandin hatin şermezar kirin.

Gelê navçeyên Reco, Şêrewa û Şiyê yê Efîrînê jî civîn û meş li dar xistin û Viyan Caf bi bîr anîn.  Di dawiya civînan de jinan meş li dar xisitn û êrîşên dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne şermezar kirin. 


‘Calakiya Viyan ji bo komplo bersiv bû’

Fermandara YJA-STAR’ê Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr’ê û li bajarê Başûrê Kurdistanê yê Silêmaniyê jî bi 73 têkoşeran Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hate bîranîn.

Di bîranîna ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr’ê pêk hat de Endama Rêveberiya Meclîsa Îştarê Medya Xinisî,  têkîldarî wate û girîngiya çalakiya Viyan Caf de axivî.  Xinisî destnîşan kir ku ev çalakî seknek bi biryar dixwaze û wiha dom kir: “ Ev ruh li Kobanê Arîn Mirxan bû, niha jî li Cizîr û Sûrê ji aliyê gelê me ve dewam dike.”


Viyan û 73 têkoşer hate bîranîn

Li bajarê Silêmaniyê, Komîteya Malbatên Şehîdên HPG’ê li Başûrê Kurdistan, di salvegera şehata têkoşer Leyla Hisên Walî (Viyan Caf) de, 73 têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi bîranî.


Ji bo têkoşeran find pêxistin

Welatiyan ji bo bîranîna têkoşeran, find pêxistin.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Nûnerê PYD’ê yê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso axivî. Hiso di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Viyan Caf û gelek têkoşerên din ên weke Ronahî, Bêrîvan û Sakîne yên ku di oxira avakirina jiyana azad de, canê xwe feda kirine.

Bîranîn bi pêşandana belgefîlmên derbarê jiyana têkoşeran de û berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re, bi dawî bû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN