Şoreşa Kurdistanê, ji 40 sal berê vê rojê bigirin heta roja îro, li ser peymanan dimeşe... Li ser viyanan... Ango hişmendiya şoreşê, baweriya nirxên şoreşgeriyê û îrada dozê... Şoreşgerên ku roja ewil tev li vê pêvajoya zor û zehmet bûn, ji wan, ji şert û mercên wan, ji nêrîn, hişmendî, şêwaz û viyana wan bigirin heta roja îro, her roj û her sal, tim û tim bi danehevî ya dîrokê ve bar in. Ewqasî ku, dîrok bi viyanên wan şoreşgeran dest bi meşê kir û çendîn sed salan ku ber bi xerabûnê ve diçû meşa xwe ber bi nirxên mezin ve zivirand. Yek sedem, yek amûr, yek nirx, ku civakek xwe bi wê re girê bide û li ser dîrokê ser pî bisekine, tenê ev e... Ango ev nirx tenê viyan bixwe ye. Tu derfet, tu îmkan, tu aborî, tu daxwaz û tu armanceke berjewendiyê nîn e ku hêzên bi vî hawî bide însan û însan bi vî hawî bimeşîne... Ku ew însan di vê meşê de, ji zehmetiyên cûrbecûr re, ji îşkenceyan re, heta ji mirinê re serê xwe xwar neke.
Şexsiyeta şoreşa Kurdistanê bi vî hawî gihaştiye nasname ya xwe. Êdî ev yek, bûye karaktera vê şoreşê... Ji ber vê yekê şoreş, êdî viyan bi xwe ye. Peymana vê şoreşê bi hemû zindiyên dunyayê re ye. Ne tenê gelê Kurd, ne tenê netewek, ne tenê baweriyeke qedîm; ku em bêjin îslam, mezhebên îslametiyê, xêynî wê êzditî, suryanîtî, mesîhîtî, zerduştî, heta bêolî... Ne tenê ji bo desthilatdariyeke kesek û herêmek, ne tenê çîneke bindest jî, hema bi xweza, ajal, cins û temam fikrên ku hatine li ser vê dunyayê, ji hemûyan re peymanek e ev şoreş. Peymana dadiyê, peymana wekheviyê, peymana hevjiyanê û hew...
Ev peyman, ev viyan, li dadgehan, li ser kaxizek jî nehatiye xêz kirin. Di dilê însanan de pijiyaye û bi rîtma dilê ve hatiye mohr kirin. Şer bi vî hawî domiyaye heta îro. Helbest bi vî hawî hatiye ser ziman, çîrok bi vî şiklî, stran, şano, hunerên cûrbecûr, qêrîn, heta deng bi vî hawî dengvedaye. Qendîl bi vî hawî xemiliye, Zagros, Cûdî, çiyayê Allakberê, Kobanê û Cîzir bi vî hawî ba daye, bêhn daye, nefes girtiye... Diwarên zindanan bi vî hawî şikiyaye. Zincîrên girtiyan bi vî hawî şerm kiriye û azadî bi vî hawî hemêzê xwe vekiriye ji şoreşgeran re...
Viyan Peyman jî, yek ji van şoreşgeran bû. Dengbêj bû... Çi ji çanda Kurdistaniyan heye li ser dilê wê bar bû. Bara li ser pişta xwe zanî bû. Çi ku zana bû... Bi ava şoreşê ve hişmendiya xwe şûştî bû. Hew li çiya, hew li bajar, li her derê şoreşê, her tim amade bû. Bi dengê xwe, bi şêweya xwe, bi xebat û bi sekna xwe "dil"ek bû. Ne tenê çekên şerê ve girêdayî bû, çek bi wê tenê amurek bû. Bi zanyariya xwe, bi ruhê xwe ve şoreşger û jin bû...
Dengê wê dengê şoreşê bixwe bû. Awaza wê li ser çiya hê xweş, çi ku awaza wê awazeke çiyayî bû. Ev çendek e dengê wê li ser guhên min dileriziya ku gotin "Viyan Peyman şêhît bû." Êdî êşên ku di dilê şoreşa Kurdistanê de, di dilê şoreşgeran de û hevalên wê de dilerize û digihîje asta hişmendiyê, pê bihesin êşeke çawa ye...