Volkana Agirî bi ser dijmin de teqiya

Haberleri —

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan de gelek eskerên Tirk hatin kuştin. 

HPG’ê da zanîn ku li Colemêrgê 4, li Agiriyê 8 û li Sêrtê jî gelek esker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dayî jî hat ragihandin.

HPG´ê got gerîlayan li Gever, Şemzînan û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û 6’ê Cotmehê li Girê Kurê Mizgeftê di çalakiyê de herî kêm eskerek hatiye kuştin û 5 Esker jî hatine birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniya HPG´ê gerîlayên YJA Starê 7’ê Cotmehê berê sibehê bi çekên giran li qereqola Stûnê ya Şemzînanê bi awayekî bi tesîr xistiye, lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehatine tespîtkirin. Heman rojê gerîlayan li Girê Şehîd Dîrên ê nêzî Girê Koordîneyê kozikeke eskerên Tirk ên dagirker îmha kiriye û herî kêm eskerek kuştiye. Heman rojê ber êvarê gerîlayan bi çalakiyeke sekvaniyê li Girê Şehîd Bager ê Geverê eskerekî Tirk kuşt. Heman rojê gerîlayan berêvarê li eskerên ewlekqriya qereqola Gundê Aliyawa yê Geverê xist û herî kêm eskerek kuşt.

HPG´ê da zanîn ku gerîlayan 7’ê Cotmehê sibehê li dijî panzêra ku ji Tabûra Tûjîka ya Bazîdê ya ser bi Agiriyê, çalakiyeke sabotajê li dar xist, panzêr ji binî ve îmha kir û herî kêm 8 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştin. 

HPG´ê wekî din got, 5’ê Cotmehê li qada Qelenisê ya Hawêla Sêrtê, bi beşdariya bi hezaran esker û cerdevanan artêşa Tirk a dagirker operasyonek daye destpêkirin û 7’ê Cotmehê gerîlayan bi 2 çalakiyan derb li wan xistine. Di van çalakiyan de hejmara eskerên kuştî û birîndar nehatiye tespîtkirin. 


Pakrewanên HPG´ê û YJA Starê

HPG´ê got, 27’ê devera Aştîka ya Elbaka ser bi Wanê di êrîşa dewleta Tirk a hewayî de gerîlayê bi navê Cemîl Şax (Aydin Ocal) ê li Wanê jidayikbûyî şehîd bûye.24’ê Tebaxê jî li devera Faraşînê ya Elkê ya ser bi Şirnexê di êrîşên hewayî de 2 gerîlayên YJA-Starê şehîd bûbûn, HPG nasnameya wan wiha eşkere kir: Sarîna Zeryan (Hatîce Înce) ya li Wanê jidayikbûyî û Tekoşîn Baran (Şîlan Canan) a li Colemêrgê jidayikbûyî.  n ANF / BEHDÎNAN




2 cerdevan hatin kuştin 


Ji cerdevanên li bejahiya Farqînê di operasyoneke eskerî ya dewleta Tirk de cih girtî, 2 di encama teqînekê de hatin kuştin, yek jî birîndar bû. 

Li bejahiya gundê Dagcilar ê navçeya Farqîn a Amedê, li cihê ku cerdevanên tevî eskerên Tirk di operasyonê de cihê xwe digirt, teqînekê rû da. Ji ber teqînê cerdevanên bi navê Îhsan Gur û Cevat Bîlgîç hatin kuştin. Cerdevanê bi navê M.B. jî bi giranî birîndar bû.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.