Li aliyekî krîza koronayê, li aliyê din dagirkeriya dewleta Tirk kirin ku VW planên xwe yên avakirina fabrîkayekê li Tirkiyeyê betal bike. Rêveberiya şirketê ya li Wolfsburgê doh da zanîn ku ”Sedem kêmbûna daxwaza kirrîna erebeyan a ji ber krîza koronayê ye. Projeya fabrîkaya li Manîsayê hema hema bi dawî bûbû, lê dawiya dawî hat betalkirin.” Lê belê sedem ne ev tenê ye. Gava ku VW diyar kiribû ew ê fabrîkayê ava bike, gelek aliyan rexne lê girtibûn ku ew bi vê yekê pişta Erdogan digire. Jixwe meclîsa karkeran jî hingê proje veto kiribû ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a Serêkaniyê û Girê Spî. HANNOVER