Dr. Alî Qeredaxî ku Sekretêrî Giştî yê Yekitiya Zanyarên Musilman ê Cîhanê ye di hevdîtine NRT de pir tund R.T.Erdogan parast û PKK weke hêzeke marksîst pênase kir. Ev zatê ku ji bo mûriyeke Filistînê hestiran dibarînê, li hemberî kuştina 8 kesên sivîl û birîndarûna 15 kesên din û wêrankirina gûndekî ji aliyê balafirên F-16 ên Erdogan bêdeng e. Dûrûtîye vî kesayetîya "Îslamî" di astêkê de ye ku Başurê Kurdistanê êdî wî ne weke kesayetiyeke Îslamî, lê weke kesêkî girêdayî Erdogan û mîrên Qeterê mêze dike. Ji ber ku wan kesan û hêzên petrolê bombabarankirina xelkên sivîl diparêzin û PKK jî mîna sedema şidetê dibînin.

Ew û yên mîna wan tiştên ji bo Hamasê kirin, tiştên ji bo Muhemed Mursî xwestin, nimêjî şevên yên ji bo Talîbanê kir, çima nîvê wê û bi wîjdan, weke helwêsteke mirovane ji bo Bakurê Kurdistanê nekir? Pişt re bihatina çi rexne û daxwaziyên giran heye we li PKK bikira.

Gelekê 15 Milyon di bin talûke û gefê de tên tepisandin. 80 parlementerên wan hene lê dixwazin wan ji perlemanê derxin û bi hezaran Kurd di zindanên Sultanê wan Erdogan de ne. Bi dehan bajar û sedan bajarok li Tirkiyeyê daxwaza mafên xwe dikin û PKK weke tekane hêz û tevgera azadîxwaziya Kurdistanê li Bakur dibînin.  Rojavayê Kurdistanê di bin gefa dehan hêzên herêmî û navnetewî de ye, di serî de DAIŞ û Erdogan. Serokê 15 milyon Kurd di giravekê de hatiye tecrît kirin û ji bilî xwedê û pirtûkan, ti hevalêkî wî nîne di zindanê de. Rayedar û gerîllayên PKK nêzî 40 salin ji dayik, bav , xwişk û birayên xwe û hemû rehetiyên jiyanê xwe cudakirine û têdikoşin û mafên medenî û mirovhî yên gelekî ku dibin tepisandinê de bi dest dixin.

Lê hûn, waaziyên Sûltan û Lordên Petrol û Petro-qelem u Erdoganiyên nava hêzên hêzên "Îslamî" tên dibêjin PKK divê herêma Kurdistanê terk bike û ji tûndİyên Tirkiye re sedem û behaneyên peyda diken û îdîa dikin ku PKK aşîtiyê qebul nake.  Hûn şerm nakin û nafikirin ber dûnya û qiyamê de şermezar bibin? Xwedê pişta zalim û yên zulmê dikin dişkîne. Hinek şerm bikin, çi destê xwe bi piştî Sultan de tînin û ji bo 2 dolaran sivikayî û erzan li têkoşîna gelekî mêze nekin. Hûn ji PKK "xwina mêşek dipirsin lê kuştina Hûsên" di bîra we çûye. Hûn maf nadin PKK'ê çek di destê wî de be lê ji bo Tirkiyeyê rewaye ku bi F-16 bombabaranê PKK û gûndiyan bike. Hûn roj bi roj xelk û xwedayê xwe dixen nava fikaran ji ber ku piştî zilm û zorê digirin. 

Xwedê pêxember şand ji bo zulmê nehêle ne tenê yekperestî belav bike. Tiştên Erdogan dike bi ti rengî li cem xwedê naye qebulkirin.  Ji ber ku redkirina heqîqetê ye ku mafê mirovahî ya Kurdane. Gelo ji bilî Erdogan kî berpirsê kuştina xelkê sivîl e. Weke ku we qet setratîjiyên şer nexwendiye ku xwedê,  pêxember û xelîfeyên Raşîdin ji bo cengawerênî Musilma destnîşan dikir. Cudahî çine di navberê Xelîfe Bexdadî û Sultan Erdogan de. Gelo hûn herdû mirovan nakûjin? Hûn ji bilî şermezarî tişteke din ji bo we nemaye ku xwe pê biparêzin, rica diken ku hûn hinekî gohdarî bikin. Nefret li zalim û şermzarî ji bo kesên piştevaniya zaliman dike.



Kemal COMANÎ