Mexdurên erdhejê jî nerazîbun nîşan dan û di bêjin heya ji bo me çareseriyek bingehîn neyînin emê dernekevin. Li hemberî vê helwesta Walî gireva birçîbûnê dane despêkirin, gireva birçîbûnê zêdetirî 109'in di dome. Li gel hewaya sar jî berdewam dikin, ew li benda arîkariya malbatanin. Waliyê Wanê mexdurên erdhejê dixe nava zorê. Ji aliyê ÎŞKUR ve ji mexdurên erdhhejê kar dan 7 hezar kesan.

Ji wana Mehmet Zekî Bayitê 35 salî ev du salin ji aliyê ÎŞKUR ve di xebite, lê bi zorê ji aliyê walî ve ji kar hat derxistin. Waliyê Wanê girêdayî mijarê bi midurê ÎŞKUR ê yê bi navê Aydin Nezih re peyîvî û wiha got: "Yên ku li konteyneran di mînin yan dê kirayê bi pejirînin, yan jî bila derkevin."
Bayit ê bavê pênc zarokan, diyar kir ku ew di ÎŞKURê de di xebite muçeya ku digire jî bi zorê têra jiyana wan ya di konteyniran de dike û wiha axivî: "Ev karê İŞKUR'ê ji xwede nedane 7 hezar kesan.
Di vî karî de 7 hezar mexdûr di xebitin." Mudurê ÎŞKUR ê ji Bayit re got: "Yan kar yan jî konteynir. Heger tu di konteyneran de bimînê jî tu dê kiriya wê bidê." Bayit anî ziman ku we ji konteynan derkeve mala wan nîne, tu cihên ku biçinê nîne û ji neçarî ew li wê dinîn. Bayit, da zanîn ku cardin jî bi fermana walî ew derxistin û ev du heftiye ji kar derxistine. Bayit wiha pêde çû: "Malên bi kirê pir buha ne.
Ez li gel pênc zarokan û hevjîna xwe, bi buçeyekî pir kêm çi bikim. Niha jî ez ji kar derxistim. Di vê zivistanê de kar jî nîne. Berî niha ez li gel Midurê AFAD'ê yê Bajar di xebitîm, îsal ew jî nîne. 

DÎHA/WAN