Komela Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku Walîtiya dewleta Tirk a Amedê qetilkirina Recep Hantaş berevajî dike û polîsên kujer diparêze.

Şaxê ÎHD´ê yê Amedê, derbarê qetilkirina Recep Hantaş de yê ku li Amedê polîsên Tirk bê pirs û dadgeh ew qetil kiribû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ÎHD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Walîtiya Amedê polîsên kujer diparêze û got, “Hê Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn nedaye destpêkirin û raya giştî bi ti awayî nehatiye agahdarkirin, Walîtiya Amedê daxuyaniyek da û dixwaze polîsan biparêze. Walîtiya Amedê bi daxuyaniyên wisa hewl dide hêzên dewletê biparêze û bandorê li pêvajoya lêpirsînê bike.

Di dîmenên qetilkirinê de tê dîtin ku pişta Hantaş li polîsê kujer e û li ser wî ti çek tine. Lê polîs, Hantaş dike hedef. Ev dîmen daxuyaniya Walîtiya Amedê pûç dike.

Di rapora otopsiyê ya Recep Hantaş de tê diyarkirin ku 2 gule li Hantaş ketine. Guleyek li stûyê wî ketiye û ji çavê wî derketiye. Di heman demê de guleyek jî li çonga wî ketiye. Li gorî raporê tê diyarkirin ku polîs bi nêta kuştinê gule bera Hantaş daye. Di heman demê de di bedena Hantaş de parçeyên şarapnelê jî hatiye tespîtkirin û ev jî diyar dike ku çekeke giran hatiye teqandin.”

Axir ÎHD gotinê çiqasî bi vir û wirde bibe jî ya ku weke peyam dide ew e ku Waltiya Tirk a li Amedê polîsê ku kujerê Kurdan in, eşkere diparêze.

 

AMED