Walî Dr. Necmedîn Kerîm di serdana heyetê de axivî û diyarkir ku, ew pir keyfxweşin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê kampanya îmzeyan dane destpêkirin. Kerîm destnîşan kir ku, azadiya Ocalan wê sûdek erênî bide pêvajoya çareserî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û wiha axivî: “Pêwîste her kes tevlî kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin bibe. Ez bang li gelê Kerkûkê dikim ku tevlî kampanyayê bibin.” 

KERKÛK




Ji jina Rûs 11 hezar îmze

Li Federasyona Rûsyayê bajarê Tambovê jina bi eslê xwe Rûse Galîna Fiyoderovna di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ku ji bo azadiya Ocalan hatiye despêkir bi tena serê xwe 11 hezar îmze kom kir. Jina ku di şirketek taybet de karê muhasebê dike di demê xwe yê vala de ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dike. Fiyoderovna li ser berhevkirina îmzeya dibêje ku wê di çarçoveya kampanya azadiya Ocalan de li gor derfetên xwe îmze berhevkirine. Fiyoderovna li ser berhevkina îmzayan wiha diaxife: “Ez bi karê civakî re mijul dibim. Ji bo vê yekê ez ji nêz ve pirsgirêka Kurd dişopînin û pêre eleqedar dibim. Li Moskowayê komîteyek ji bo azadiya Ocalan hatiye sazkirin. Li Tambovê jî bi vê pisgirêkê ve girêdayî xebatên ji bo azadiya Ocalan tê meşandin. Ocalan mirovekî mîrxas û biaqile. Ew ji bo gelê xwe têdikoşe. Pêwîste bi gelê xwe re be. Min gelek pirtûkê Ocalan xwendine. Pêwîste mirovekî wisa ne di zindanê de be. Me ji bo azadiya Ocalan ji 11 hezar zêdetir îmze kom kiriye. Di xebatê berhevkirina îmzeyan de ne tenê Kurdên Tambovê her wiha li nav gelê Rûs de û yên din ku li Tambovê jiyan dikin îmzeyê me kom kir. Kesên ku em çûn cem wan jî bi baldariyek mezin nêzî meselê bûn û îmzeyê xwe bi kar anîn. Bi taybet li dibistan û zaningehan kesên ku bi pirsgirêka gelê Kurd re eleqedar dibin ji vê yekê re bêhest neman. Karê me dê ji bo berhevkirina îmzeya berdewam bike. Ji ber ku ev karekî binirxe.” 

ANF/TAMBOV




Li Tirbespiyê kampanya didome

Kampanya azadiya Ocalan ya duh li bajarê Tirbespiyê destpêkir, di roja yekem de 3500 îmze hatin komkirin.
Di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpkêkirin, duh li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê jî destpêkir. Kampanya ku li nava sûka bajar destpêkir, di roja yekem de derdorê 3500 îmze hatin berhev kirin. welatiyên Kurd, Ereb, û Surniyanî îmze ji bo azadiya Ocalan avêtin.
Ji aliyekê din bijişk Hemze Îsa li ser navê komîteya tenduristiyê, bi armanca piştgirîdayîna kampanya îmzeyan dê rojekê îyadeya xwe bê pere veke û li nexweşan binêre, her wiha li ser alavên îkograf li nexweşan bigere.  Li herêma Aliyan jî komîteyên ji 3 kesan pêk tên, piştî civîna Serokê Meclisên gundan hatin organizekirin, ev komîte dê dest bi karê xwe bike û îmzeyan berhev bike. 

TIRBESPİYÊ