Nobeta Demokrasiyê ya Wanê îro di roja 41´ê de ye û çalakger bi biryar in, ew ê qeyûmên dagirker biqewitînin.

Wezareta Karê Hundur a dewleta Tirk 19’ê Tebaxa bihurî bi qeyûman şaredariyên bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê Mêrdîn, Amed û Wanê dagir kirin. Nobeta Demokrasiyê ya Wanê ya li dijî vê dagirkeriya qeyûman 40 roj li dûv xwe hiştin û kete roja xwe ya 41´ê. Çalakî bi heman renî li Amed û Mêrdînê jî dewam dike. Wekî din li gelek navçe û bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê jî êdî nobeta demokrasiyê tê girtin.

Nobeta Demokrasiyê ya Wanê bi xwe li ber avahiya HDP’ê ya Îpekyoluyê tê girtin. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmir, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci, Hevşaredarên navçeyan ên Wanê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek endamên meclîsan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Erol Katircioglu axivî. Erol Katircioglu diyar kir ku desthilata heyî nikare pêvajoyê bi rê ve bibe û divê bi rêyên demokratîk pirsgirêk bên çareserkirin.

Çalakî bi dirûşmên “Bêdeng nemîne heger tu bêdeng bimînî dê dora te jî bê”,”Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.

 

WAN