Kurdên li Ewrûpayê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li pêşiya Konseya Ewrûpayê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Doh gava nûçeya me dihat amadekirin, çalakî bi coş dewam dikir û çalakgeran peyama êdî xwe li çalakiyan û grevên birçîbûnê kerr û kor mekin da saziyên Ewrûpa, nexasim jî CPT û Konseya Ewrûpayê (KE).
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewrûpayê (KCDK-E) 150 Kurd ji roja Duşemê û vir ve ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan li pêşiya Konseya Ewrûpayê dicivin.
Girse doh saet 12.00’an, ber bi têketina avahiya Konseya Ewrûpayê ve meşiya û li vê derê, zincîra mirovan çêkir. Di çalakiyê de posterên Leyla Guven û girtiyên ku li dijî tecrîdê çalakiyên fedaî kirin, hatin vekirin.
Ji gelek bajarên Elmanya, Fransa, Swîsre, Awusturya, Belçîka û Holandayê nêzî 150 çalakger tevlî çalakiyê dibin. Doh dema nûçeya me dihat amadekirin, çalakiya Kurdistaniyan li ber KE´yê bi coş dewam dikir.
STRASBOURG