46 hunermendan vê carê jî ji bo zindaniyan sirûda ‘Zindana Diyarbekir’ got. Bi organîzasyona MED Muzîk TV’yê 46 hunermend hatin ba hev û ji bo piştevaniya bi Îtalyayê re sirûda Ciao Bella gotibû. Proje bi gotina strana ‘Zindana Diyarbekir’ dewam kir. Koordînatorê MED Muzîk TV’yê Merdan Zêrevan diyar kir ku armanca wan piştevaniya daxwazên gel û zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Wî got, “Ji ber şewba vîrusa korona jiyana bi deh hezaran girtiyên siyasî di tehlûkeyê de ye. Em hunermendên Kurd dixwazin vê daxwaza gel a berdana girtiyan xurt û bilind bikin.” Di projeyê de 17 muzîkjen û 29 solîst cih digirin: Xemgîn Bîrhat, Vîyan Awazê Çiya, Nesrîn, Cömerd, Önder Deniz, Xanemîr, Zozan Zûdem, Yeşim İncedursun, Bengî Agirî, Tîtal, Xelîl Xemgîn, Tülay, Seher Stran, Roj, Nuarîn, Arya Şahin, Fehed Şengalî, Serhat Awazê Çiya, Ali Gecimli, Jîyan Arjîn, Rojînda, Deniz Deman, Sîpan Xelat, Farqîn Azad, Ronî Erez, Zeyno Durar, Nûdem, Berfîn Mamedova ve Berbag, Mordem Awazê Çiya, Ciwan Ayaz, Delîl Awazê Çiya, Hogir Göregen, Nurullah, Memet Taş, Sultan, Lewend Yûsiv, Hozan Derwîş, Merdan Zirav, Mazlum Rewşen, Murat Bakrak, Nure Dilovan, Sefkan, Emrah Öztürk, Memo Yapıştıran, ve Dilvan Ronî. Ev klîp li ser tevnên civakî û li ser hesabê Youtabe yê MED Muzîk TV’yê hat parvekirin. NAVENDA NÛÇEYAN https://www.youtube.com/watch?v=JYlzaXLB9Y0&feature=emb_title