Asayîşa PDK´ê piştî êrişa çekdarî ya li Hewlerê zextê li Bakuriyên li Hewlêr, Duhok û Zaxo dike ku malên xwe berdin. Dibêjin: “Yan biçin Rojava yan jî perçeyekî din ê Kurdistanê, nabe hûn li vir bimînin.”
Piştî êrişa çekdarî ya li ser restorana bi navê Hoqqabazê ya 17’ê Tîrmehê, zor li Bakuriyên li Hewlêr, Duhok û Zaxo tê kirin ku malên xwe berdin. Hêzên asayîşa PDK´ê li Dihok û Hewlêrê bi ser gelek malên welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê de girtin. Li navçeya Zaxo jî, ji welatiyên Bakurê Kurdistanê ku ji ber sedemên cuda neçar mane hatine Başûrê Kurdistanê, hatiye xwestin ji herêmê derkevin.
Li gorî agahiyan ku çavkaniyên li Zaxo, Dihok û Hewlêrê dane ANF´ê, piştî bûyera Hewlêrê, hêzên asayîşê bi ser gelek malên welatiyên ji Bakurê Kurdistanê de girtine. Çavkaniyan ji Zaxo ragihandin ku asayîşê bang li welatiyên malên xwe ji Bakurê Kurdistanê anîne Zaxo kirine, nasnameyên wan kontrol kirine û der barê wan de agahî kom kirine.
Yan biçin Rojava yan jî perçeyekî din
Rayedarên asayîşê her wiha ji heman welatiyan xwestine ku herêmê terk bikin û gotine: “Yan biçin Rojava yan jî perçeyekî din ê Kurdistanê, nabe hûn li vir bimînin.” Çavkaniyan got, asayîşê heta niha bang li derdora 25 kesan kiriye û ji wan xwestiye ji herêmê derkevin. Li bajarokê Şeladizê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê, welatiyê bi navê Lezgîn Oremarî ku ji wargeha Mexmûrê ye, lê ev demeke dirêje hatiye Şeladizê, zewiciye û zarokên wî hene jî, ji bajarokê hatiye derxistin. Nayê zanîn ka Lezgîn mala xwe biriye ku derê.
Dev ji karên xwe berdin
Li aliyê din bi heman rengî li Silêmanî jî asayîşa PDK´ê bangî karkerên ji Wargeha Mexmûrê yên di kargehan de dixebitin kiriye û ew tehdît kirine da ku dev ji karên xwe berdin. Her wiha ji hinekan jî xwestine biçin asayîşê û îmze bidin. Hat gotin, welatiyek ji Mexmûrê li Silêmaniyê hatine girtin, lê ev agahî nehat piştrastkirin û sedema girtinê nehat zanîn.
NAVENDA NÛÇEYAN