Druşm; ''Berxwedan Jiyane'', êdî felsefeya vejîne bû. Dengê berxwedêrên zîndanê, di nav şervanên azadiyê yên li derveyi welat ên li qada Filistînê amadekarî dikirin de deng vedabû û xistibû nav lez û bezê. Bi pêşengtiya Rêber Apo hewldanên despêkirina şerê çekdarî li çiyayê Kurdistanê edî weke erkekî pîrozê dîrokî bû û pêwîst bû dengê berxwedana zîndanê li çiyayê Kurdistanê deng vedaba.
Bêgûman demeke zor û zahmet bû. Wêrekî dixwest, fedekarî dixwest, vîneke saxlam dixwest, bîr û baweriyeke mezin dixwest, dilsozî dixwest.
Gelê Kurdistan hîn di derûniya bindestiyê de amade nebûn ku rabin û ji bo azadiya xwe liberxwe bidin û li dijî dagirkeriya fazişt a dewlete Tirk têbikoşin. Ji bo tekoşînê, kar û xebateke bêhempa lazim bû.
Komên Apocî yên li Filistîn, piştî amadekariyeke kurt, berê xwe dan bakurê Kurdistan. Helwest û diruşm ew bû: ''Yan serkeftin yan serkeftin, yan azadî yan mirin''.
Piştî payiza 1982 û şûn de komên Apocî dest bi vegera welêt kirin. Kom ji 5 kes, herî zêde ji 10 kesan bûn. Barê wan giran bû, erkên wan weke çiya mezin bû. Wê çûbane welat, wê gel rakiribana, wê gel zana kiribana, wê berxwedan amadekiribana û wê bingeha şerê gelêrî yên çekdarî rêxistin bikira.
Derfet nebûn, pere nebûn, xwarin nebû û li gelek herêman eşîr û komên dijber yên di bin bandora ramanên dewleta faşist de bûn hebûn. Van komên destpêkê bi rêka şivanekî, bi rêka gavanekî têkîlî avakirin û bingehên berxwedana mezin amade kirin.
Komên propogandaya çekdarî
Yek ji wan koman jî koma propogandaya çekdarî di pêşegtiya hevalê Şahin Kilavuz de û M.Beşir Aksoy, Hasan Ozçelik, Cahît Dayan, Fuat Erturk, Musa Îlk, Veysî Hantaş, Veysî Şîmşek tê de cîh digirt bû. Ew salek bû li Lubnan, li kampên Filistîniyan amadakariyên hatina welêt dikirin.
Di salvegera damezrandina PKK’ê de ketin rê. Her yek bi heviyên mezin, her yek bi hestên heskirina axa Kurdistanê ber bi Botan û Behdînanê ve meşiyan. Meşeke dîrokî meşeke hebûn û tunebûnê bû, berpirsiyariyeke mezin, dîrokî bû... Bi coşek mezin, bi hêviyên mezin ketibûne rê. Bi dilsoziyeke mezin derbasî welat bûbûn. Derbasî Cûdî bûn. Êdî li Botanê bûn, li Kurdistanê...
Berxwedêrên çemê Hezîl
Ber bi Behdînanê ve ketin rê. Lê weke herdem îxaneta li derdora gelê Kurd ya bi hezarê salan, vê carê xwe li dora koma destpêk a Apocî dorpêc kiribû. Li ser ava Hêzil xiyanetê dîsa li dora hevala kemîn danî bû. Barê wan giran bû, tu derfet nebû ji bo xelasiya can. Lê wan dizanî bû, ew barê li ser pişta wan, wê bibe nîşaneya serkeftina paşerojê.
Mijdara 1982'an, li Hêzil 8 pêşengên leheng şehîd ketin. Belkî dîtina xeyala serkeftina tevgera azadî ku îro hemû dinya bahsa wê dike nedîtin, bes wan dizanîbû ku ev roj wê bên. Jiber ku wan ev rê vekiribû û dizanîbûn ku wê bi milyonan li pey vê rêkê bin û di vê rêçê de bimeşin. Şehîdên Çemê Hêzil bûn sembol û biryara bîr û baweriya şerê çekdarî, hêvî û serkeftina pêşerojê.
Tekoşîn û berxwedana zêdetirî 30 salî û îro li Rojava, li Kobanê, ked û mîrata van şehîdên pêşeng ên destpêkê ye.
Vejîn, bi ked û tekoşîna van lehengan bû jîn.
Di salvegera şehadeta şehîden Çemê Hêzil de, di kesayeta van hevalan de, tevên komên pêşeng yên despêkê û hemû şehîdên Kurdistan bi rêz, bi minet bi bîr tînim. Ewê tim rêronakên tekoşîn û doza me bin.
ALÎ OMER