Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyên 14 cangoriyên azadiyê, endama Asayîşa Jinê Neserîn Kisêr (Nûda) û endamê Asayîşê Merwan Elî yên 9’ê Tebaxê jiyana xwe ji dest dayî û şervanên YPG/YPJ’ê Gulistan Kerboran, Gelhat Amed, Dêrsim Olaş, Robar Devrim, Kerîm Şirnex, Munzûr Serhed, Berxwedan Goyî, Şîlan Cûdî, Hîra Wan, Rojdî Dîren, Bengî Dîren Mûş û Besê Çiya, yên di demên cuda de di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dayî, oxir kirin.
Malbat û xwişk û birayên têkoşeran darbestên şehîdan rakirin û ew birin goristana Delîl Saroxan a bajêr.
Di merasîmê de Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Serokê Meclîsa Rêveber a kantonê Ebdilkerîm Saroxan û cîgirê wî Hisên Ezzam, endamên buroya Jinên MSD’ê, hevserokên gelek desteyên rêveberiya xweser û bi hezaran Qamişloyî amade bûn.
Wek bûk û zava hatin oxirkirin
Dayikên li goristanê li benda cenazeyan, hineya ku bi mûman hatibû xemilandin, hilgirt, her wiha hebên birincê jî li ser darbestan reşandin.
Li goristanî endamên Asayîşê merasîma leşkerî li dar xistin û piştre Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen axivî û got: “Ev têkoşerên ku em îro darbestên wan hildigrin ser milê xwe, soz dabûn ku ew ê Minbicê rizgar bikin û wan soza xwe bi cih anî.”
Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo jî axivî û got, têkoşîna gelê Rojava li ser esasê biratiya gelan, wê heta serkeftinê bidome. Heyfa got, rizgarkirina Minbicê bi nêzîkbûna salvegera 15’ê Tebaxê re gaveke ber bi avakirina Kurdistana mezin e.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên şehadetê yên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paşê jî cenazeyên têkoşeran bi diruşme û tilîliyan hatin veşartin.
ANHA / QAMIŞLO