Mezopotamya di tevahiya dîrokê de bû heremeke ku bala welatên Rojava bikişîne ser xwe. Gelo şaristaniyên li vir ava bûn di pêşketina çanda modern de bi roleke çawa rabûn? Li şaxê Mûzeya Louvre ya bajarê Lens ê li bakurê Fransayê bi navê “Dîrok ji Mezopotamyayê dest pê dike” 500 berhemên ji Mezopotamyayê tên pêşandan. Di pêşengehê de berhemên dîrokî yên ji pêvajoya Beriya Zayînê 4000 sal ku nivîs hate dîtin dest pê dike û heta pêvajoya ku Skenderê Mekedonî derbasî Babîlê bû yanî pêvajoya 3000 sal a heta Beriya Mîladê 331’ê cih digirin. 

“Ji nû ve keşfkirin”a Mezopotamyayê

Nûnerê berhemên Rojihata Navîn a Mûzeya Louvre Ariane Thomas têkildarî xebatê dibêje, 

galeriya yekemîn a di pêşangehê de bi navê “ji nû ve kefşkirin” a Mezopotamyayê berhemên ku di lêkolînên arkeologan ên sedsala 19. de hatine dîtin, cih digirin. Di metnên klasîk û Încîlê de qala împaratoriyên Asûr û Babîlê tê kirin û ev lêkolîn ji bo xwegihandina bêhtir agahiyên derbarê wan de bû. Di encama xebata kolanê de li Bakurê Mûsilê paytexta Asûran Horsabad hate dîtin, dîsa derbarê Sumeran de keşfên nû pêk hatin. Li ser vê yekê jî Mezopotamyayê bêhtir bala Rojavayê Ewrûpayê kişand. Ji Mûzeya Ashmolean a Oxfordê Paul Collins meraqa derbarê Mezopotamyeyê de bû tevî mijarên balkêş ên mîna împeretorî, kral û hwd. bi taybetî jî meraqa ji bo keşfkirina cîhana egzotîk a di Încîlê de qalê wê tê kirin. 

Dibe çavkaniya îlhamê

Tê texmînkirin ku bîra li Mezopotamya hate çêkirin...

Di sedsala 20´an de êdî Mezopotamya ji resîmê heta bi mîmariyê ji reklaman heta bi fîlman (di sala 1973’an de filmê Şeytan hate çêkirin. Pazuzu şeytanekî Mezopotamyayî ye) di hemû qadên hunerê de dibê çavkaniya îlhamê. Di roja me de heman rolê di lîstikên vîdeo de dilîze (Pazuzu yê di cîhana Marvel Comics de). 

Mezopotamya: Axên di nava du çeman de

Gelo dibê ku şaristaniyên vê herêmê ku ji Iraqê heta bi Sûriyeyê û digihijê Tirkiyeyê dibe ku zêdetir bandor li me kiribe?

Bêgûman bersiva vê pirsê “Erê” ye. Lê belê beriya em derbasî detayê bersiva vê pirsê bibin em li ser wateya navê Mezotopamya rawestin. Navê vê herêmê ji aliyê Yewnanîstana Antîk ve hatiye dayin. Pevya Mezopotamya di zimanê Yewnanî de tê wateya ‘axên di navebara du çeman de’. Yanî herêma di navbera Dicle û Firatê de dimîne. Ev herêm mîna dergûşa şaristaniyan tê binav kirin. Mirovahiya ku heta Beriya Zayînê 6000 salî bi nêçîrvanî û berhevkariyê dijiya li vê herêmê cara yekemîn li ser van axan dest bi jiyana bi hevre kir û bi ziraatê re jiyana nû afirand. 

Bingeha kralî û împaratoriyan

Sumerî yên li herêma îro mîna Iraq û Kuweyt tê binav kirin jiyan cara yekemîn li Başûrê Mezotopamyayê qenalên avdanê ava kirin. Her wiha bajar-dewlet ên mîna Uruk ava kirin û bi organîze kirina sîstema rêveberiya van bajar-dewletan re bingeha kralî û împaratoriyan jî hate danîn. 

Diyarê destpêkan

Cihê ku yekem car li ser tabletan nivîs hat nivisîn: Mezopotamya

Dîrokeke dirêj a Mezopotamya ku ji gelek merheleyan pêk tê, heye. Dîsa çandeke ku xwe disipêre kevneşopî, destan û efsane, bawariyên olî îfade dike. Sumerî yên ku Beriya Zayînê 3200 salî nivîs dîtin bi tabletên amade kirin hiştin ku çanda wê demê heya roja me were. Damge û fîgurên li ser van tabletan berhemên teknolojiya taybet a Mezopotamyayê ne. 

Mîna xelekê hev temam dikin

Colins Mezopotamyayê dişibîne sungerê û dibêje, “Kengî mirovên nû berê xwe dane Mezopotamayê yekser kevneşopiyên wir ên xwe disipêrin dîrokeke dirêj. Sîstema rêveberiyê û bawariyên olî ên vê herêmê mîna xelekê hev temam dikin û mayînde ne.”

Ji ber dîroka xwe ya kevin Mezopotamya bûye cihê ‘destpêkan’ jî. Arkeolog îcatên teknolojîk ên çerqa avakirina cêran, matematîk, tip û pêşketinên astronomîk, sîstema hesabkirina demê ya di ser 60 deqîqeyî re, her wiha destpêka bîra, berhemên şîr û tevn (tekstîl) disipêrin Mezopotamyayê.  

Ber bi derve ve û dînamîk’

Li gor organîzatora pêşangehê Ariane Thomas, dibêje rewşa erdnîgariya Mezopotamyayê di hemû serkeftinan de roleke mezin lîst. Thomas wiha diaxive: “Mezopotamya li navenda Rojhilata Navîn cih digire. Axên wê yên zuha bi rêya avdanê hatin berhemdarkirin, dîsa ji ber tinebûna dar, kevir û metal bû sedem ku ber bi derve ve pêngavan biavêje. Ev yek jî bû sedem ku şaristaniyên li vir berê xwe bidin derve û dînamîk bibînin.”

Ji herêmên çiyayî yên Îranê

Paul Collins di pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Çiya û Deşt: Îran û Mezopotamyaya Antîk” de destnîşan dike ku metalên di çêkirina peykeran de tên bikar anîn ji herêmên çiyayî yên Îranê hatine peyda kirin. Heman tişt ji bo avahiyên Mezopotamyayê yên pir qatî (zîgûrat) yên bi kerpîçan hatine avakirin û ji bo Quleya Babîlê jî bûne çavkaniya îlhamê derbasdar e. 

Civakeke gelekî rengîn û tevlîhev

Lê belê Collins destnîşan dike ku yek bi yek rêzkirina îcadên Mezopotamyayê û mîna afrînerê hemû tiştî nîşandana Sumeriyan wê bê wateya çewt nîşandana dîrokê. Collins destnîşan dike ku li dewsa vê yekê niha lêkolîn bêhtir li ser hêzên ku Mezopotamya ji derve ve bandor kirin tê rawestîn û wiha dibêje: “Mezopotamya cihekî ku gelên cuda di nava xwe de dihewandin. Mirov bi zimanên cuda diaxifin, her wiha çandên cuda dijîn. Mirov kar hesan dikin û qala Sumer û Asuran dikin; lê belê li vir civakeke gelekî rengîn û tevlîhev mijara gotinê ye.”

Girîngiya bajaran

Li gor Collins bandora Mezopotamyayê ya herî girîng û erênî ew bû ku mîna qadên dînamîk ên ji hev bandorbûnê bajar ava kirin: “Em dibînin ku bajarên mezin ên sedê salan bi hezaran mirov li wan dijîn hene. Lê em nizanin tişta ku van mirovan bi hev re dide jiyandin çi ye. Her wiha dibe ku kesên ji bo destek girtinê zext li mirovan kiribin an ew teşwîq kiribin jî hebin. Dema bajar tên sazkirin êdî careke din ranawestin. Mezopotamya cihek bû ku bi pirsgirêkên em niha li çaresiriya wan digerin herî zû rû bi rû ma ye. Bihevre jiyana gelek mirovan çawa dikare were îdare kirin? Ev mirov çawa tên xwedî kirin? Bi zêdebûna nifûsê re çawa dikare biçe serî? Amûrên îdarî yên mîna nivîs û demqeyên gilover bi kîjan teknolojiyê hatin afirandin û di diyarkirina hiyarerşiyê de çi îfade dikin û hesta nasnameya kolektîf peyda dikin. Ji ber vê yekê bajarên ku di roja me de em li wan difikirin û qala wan dikin mîrasên mezin ên Mezopotamyayê ne ku ji me re mane.


 BBC / LONDON