Namzetê Hevşaredarê Pîranê yê BDP'ê Abdulsamet Bîlgîn e û ji malbateke ku nûnertiya vê berxwedanê dike. Abdulsamet Bîlgîn neviyê Şêx Abdurrahîm e ku fermandarê leşkerî yê di serhildana Şêx Seîd de bû.


Abdulsamet Bîlgîn

Namzetê şaredariyê Abdulsamet Bîlgîn neviyê Şêx Abdulsamet e, Şêx Abdulsamet jî birayê Şêx Seîd e. Abdulsamet Bîlgîn derbarê hilbijartinan de wiha got, "Hilbijartinên 2014'an li Kurdistanê qonaxeke nû ye. Divê her Kurdistaniyek bi vê hestyariyê nêz bibe. Di hevdîtinan de emê destê kurdan bihêz bikin. Pêwîst e, em di sandoqê de bihêz bin."

Yekîtî şert e

Bîlgîn, destnîşan kir ku bapîr û gelek ferdên malbatên wan di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane û di merheleya gihiştinê de wek malbat biryar girtine ku hîn bihêztir di nav têkoşînê de cih bigirin. Bîlgîn got, "Di merheleya em gihiştinê de, divê gelê kurd hîn aktîftir di nava pêvajoya ku Rêberê me daye destpêkirin de cih bigire. Bi Şoreşa Rojava re, bi taybet bi hilbijartinên herêmî yên 2014'an re me ferq kir ku wek malbat divê em hîn zêdetir di nav têkoşînê de cih bigirin."

Emê gorên wan bibînin

Bîlgîn, di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku Şêx Sêîd û 46 hevalên wî hatin darvekirin û ji bilî kesayetekî hestiyên tu kesayetan radestî malbatan nehatin kirin. Bîlgîn axaftina xwe wiha domand, "Tayyîp Erdogan, carekê jî navê Şêx Seîd neanî ziman. Behsa gelek kesan kir, lê behsa Şêx Seîd nekir. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin." Bîlgîn di dewama axaftina xwe de got ku welatî li navçe û çolterê bi kirmanckî-dimilkî, li deştê jî bi kurmancî diaxivin û ji bo pêşxistina her du zaravan jî wê xebatan pêş bixin. Bîlgîn da zanîn ku wê tevayî xebatên şaredariyê bi van zimanan bikin, welatî hem bi bawerî û hem jî bi nasnameya xwe wê xwe îfade bikin.

Hevserokatî parvekirina kar e

Namzetê şaredariya Pîranê Abdulsamet Bîlgîn da xuyakirin ku pergala hevserokatiyê gaveke girîng e û di heman demê de dabeşkirina kar e. Bîgîn destnîşan kir ku armanca wan ev e ku li Pîranê navendeke çandê ya bi pirarmanc vekin, ev wê hem ji bo ciwanan hem jî ji bo jinan qadeke girîng be û deriyên girtî li gel veke. Bîlgîn diyar kir ku her kes dixwaze bi nasname û zimanê xwe bijî û wiha got, "Hilbijartinên 2014'an ji bo Kurdistanê xaleke girîng e. Divê her Kurdistaniyek bi vê hestyariyê tevbigere. Nasnameya xwe erê dike. Di hevdîtinan de emê destê kurdan bihêz bikin. Pêwîst e, em di sandoqê de bihêz bin."

DIHA/AMED