
´Axa Suryaniyan qesp dikin´
Serokê Komeleya Suryaniyan a Mêrdînê Yûhanna Aktaş da xuyakirin ku di bin navê xebatên kadastro ya li hemberî hemû Suryaniyan de, hikûmeta AKP qirkirneke axê dimeşîne. Aktaş got, “Niha jî erdê tevahiya Suryaniyên li Mîdyatê dijîn hewl tê dayîn bi xebatên kadastro re ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bê xespkirin.” Aktaş diyar kir ku erdê Keşîşxaneyê yê ji 276 donimî ku hat radestkirin, ji xwe erdê wan bû û destnîşan kir ku hikûmeta AKP qaşo bi pakêta demokrasiyê re dayîna erdê talankirî weke litûfekê nîşan dide. Yûhanna Aktaş da zanîn ku hikûmeta AKP der heqê erdê Keşîşxaneyê de ketiye nava bazariyên gelekî qirêj û got, “Ketin nava bazariya; bila Suryanî bêdeng bimînin, dengê xwe bidin me, emê jî erdan radest bikin. Erdên navendên me yên olî veguherandin navgîneke bidestxistina dengan.”
´Ev der beriya Osmaniyan hebû´
Yûhanna Aktaş ragihand ku Keşîşxaneya Mor Gabrîel mîna Qûdisa Suryaniyan e û got, “Mor Gabrîel Keşîşxaneyek di sala 397’an de li Mîdyatê hatiye çê kirine. Hînê bingeha Osmaniyan nehatibû avêtin, ev keşîşxane li vir hebû. Ev 1615 sal in Suryanî bi derfetên xwe yên kêm hewl didin vê keşîşxaneyê biparêzin.” Aktaş axaftina xwe wiha dewam kir: “Di sala 2008’an de di çarçoveya xebatên tapû kadastro de dema sînorên kadastral hatin xêzkirin ji gundên cîran heyetên sondxwarî hatin avakirin û bi van re sînorên kadastral hatin xêzkirin. Ev sînorên ku ji aliyê heyetên sondxwarî ku di nav de gundiyên ser bi Parlamenterê AKP’ê Suleyman Çelebî jî hebû, ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat qebûlkirin û hewl hat dayîn erdê Keşîşxaneya Mor Gabrîel a 1615 salî bê talankirin.”
´Tekoşînek mezin hat dayîn´
Aktaş da xuyakirin ku hem li hundir hem jî li derveyî welat Suryanî hatin cem hev, rûyê rast ê AKP’ê derxistin holê. Dadgeha Bilind tevahiya erdan di Adara 2012’an de radestî xezîneyê kir. Me hem serî li Dadgeha Destûra Bingehîn, hem jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Me di her qadê e li dijî talankirina erdên xwe têkoşîn dan meşandin. Dûre jî di pakêta qaşo demokrasiyê ya di 30’ê Îlona 2013’an de, erdê me mîna ku diyarî me dikin, dewir kirin.” Yûhanna Aktaş da xuyakirin ku ew ti carî qebûl nakin ku erdên wan bi xwe mîna qenciyek bi wan hatiye kirin teslîmî wan bê kirin û got, “Tuyê destpêkê erdên Keşîşxaneya Suryaniyan ji dest bigire û dûre jî vêya weke gaveke demokratîk nîşan bide. Em vê weke demokratîkbûyînê nabînin.”
´Bazariya qirêj ya AKP´ê´
Aktaş diyar kir ku dema doza erdê keşîşxaneyê dewam dikir AKP’ê bazariyên gelekî qirêj kiriye û got, “AKP di vê demê de ket nava bazariyên gelekî qirêj. Ket nava bazariya; bila Suryanî bêdeng bimînin, dengên xwe bidin me emê jî erdên wan radest bikin. Erdên Suryaniyan veguherandin navgînek bidestxistina dengan. Demekê hewl da erdên me bifiroşe me. Lê me ev qebûl nekir.” Aktaş da xuyakirin ku erdê Keşîşxaneyê yê ji 276 donimî beşek ji erdên hatine radestkirin û got, “Pirsgirêka me ya erd ne tenê pirsgirêka erdê Keşîşxaneyê ye. Keşîşxane ji ber ku navenda dînî ya Suryaniyan e timî weke doza keşîşxaneyê doza erdê Mor Gabrîel ket rojevê. Lê belê li hemû gundên Suryaniyan ev qirkirina axê ya ji aliyê AKP’ê ve tê meşandin, heye.” Yûhanna Aktaş da zanîn ku li hemû gundên Suryaniyan ev pirsgirêk tê jiyîn û xwest, ev xebatên kadastro yên heta niha hatine kirin bên beltakirin û rewşa gundan di ber çavan re bê derbaskirin.
SEDAT SÛR/MÊRDÎN