Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl li ser bûyerên destavêtin, destdirêjî û îstîsmara cinsî yên li kampên ji konan ên AFAD’ê yên li navçeyên Dîlok Nîzîp, Karkamiş û Îslahiyeyê, ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) re axivî.

Togrûl diyar kir, ev bûyer nû nînin û bi bîr xist ku bûyera îstîsmara cinsî ya 30 zarokan par li kampa AFAD’ê ya li Nîzîpê rû da. Togrûl da xuyakirin, ku ji bo lêkolînkirina bûyerê wan miraceat li Midûriyeta Giştî ya AFAD’ê kir û çûn wê derê, lê belê destûra wan nehatiye dayîn ku lêkolînê bikin.

Togrûl da zanîn ku hema piştî bûyeran li kampa AFAD’ê ya li Nîzîpê, rewşeke din a bi heman rengî li kampa li Îslahiyeyê rû da û got, “Li temamiya kampên AFAD’ê jin û zarok bi vî rengî tên bikaranîn. Ev rastiyek e û her kes jî pê dizane. Em dizanin, li kampa AFAD’ê ya li navçeya Karkamişê jî, dest avêtine jinan. Me xwest balê bikişînin ser vê yekê. Lê mixabin kamp kirine weke qutiya girtî û nikarin bên kontrolkirin. Li heyetên serbixwe girtî ne.”


‘Beşek ji zarokên mexdûr winda ne’

Togrûl diyar kir, ji sedî 10´ê penaberên ji Sûriyeyê hatine li kampan dimînin, yên din jî li navendên bajaran belav bûne. Togrûl got, “Li kampan ev pirsgirêk rû didin, lê em nizanin li nava bajaran pirsgirêkên bi çi rengî hene. Di vî warî de tedbîreke cidî nîne. Em pê hesiyan ku beşek ji zarokên li kampa AFAD’ê ya li Nîzîpê bûn mexdûrê destavêtin û destdirêjiyê, winda ne. Me ev hemû ji rayedaran pirsîn, lê mixabin hînê di vî warî de rayedaran ti gav navêtiye. Vê gavê jî li kampan pirsgirêkên bi heman rengî dewam dikin.” Togrûl xwest, saziyên mîna AFAD’ê divê ji çavdêrî û kontrolkirina heyetên serbixwe re vekirî bin.


‘Tirkiye penaberan mîna amûrekê bi kar tîne’

Parlamenter Mahmût Togrûl da zanîn ku weke HDP’ê ew ê bûyerên li kampên AFAD’ê rû dane û yên rû bidin bişopînin û ji bo kampên AFAD’ê li çavdêrên serbixwe re bên vekirin, ew ê têkoşin.

Togrûl da xuyakirin, rayedarên li Tirkiyeyê li şûna parastina mirovên xwe li wan girtine, wan li derve û hundir mîna amûrekê bi kar tînin û got, “Meseleya penaberan li derve kirine meseleyeke bazarê. Li hundir jî penaberan li nava derdorên muxalif bi cih dike û ji bo xerakirina demografiya herêman, weke amûrekê bi kar tîne. Têkildarî kampan fikarên me zêde ne. Her wiha li ser penaberên li derveyî kampan jî, fikarên me yên cidî hene. Bi taybetî em bi endîşe ne ku zexta zewaca bi zorê û fuhûşê li jinan tê kirin. Em ê van bişopînin û bi raya giştî re parve bikin.” 


 ENQERE