Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm biryara Parlamentoya Iraqê ku bilindkirina ala Herêma Kurdistanê wekî ne li gorî destûrê diyar kiribû de got: “Ala me wê bilind bimîne.”
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm îro di dema serdana lidarxistina pêşengeha çarem a navnetewî ya Kerkûkê de bersiva pirsên rojnamegeran da.Necmedîn Kerîm got: “Gelek alî wisan diyar dikin ku bilindkirina ala Herêma Kurdistanê li ser saziyên hikûmetê yên li Kerkûkê de wek zilma li ser alî û neteweyên din yên Kerkûkê de didin nîşandan. Lê belê wek tê dîtin Kerkûk bajarek bi hevre jiyanê ye û wê berdewam ji ev bajar wekî bajarê bi hevre jiyanê bimêne. Ji bo vê Kerkûk bajarê Kurd, Turkmen û Erebane û ti kes nikare yekgirtina netewên li Kerkûkê têk bide.”
Necmedîn Kerîm di dewama axaftina xwe de got: “Çend qenalên Erebî dixwazin alozî bixe nava bajarê Kerkûkê de, ji bo vê em rê nadin alozî di bajarê me de pêk were.”
Kerîm herî dawî got: “Çend parlamenterek dixwazin di Parlamentoya Iraqê de li dijî karên min li bajarê Kerkûkê îmza kombikin. Lê belê ew parlamenter ji berê de li ser dizî hatibûn girtin, ger ew parlamenter li welatek din bin, ne parlamenterî mafê wan yê dengdanê ji wê nebe.”
KERKÛK