Şandeyek ku ji parlementerê Awûstûrya û parlementerê Ewûpayê Josef Weidenholzer, nivîskar û rojnemevan, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Omer Onan û Gulşen Ozer û perlementerên HDP’ê yê Amedê Feleknas û Sîbel Yîtahê pêk dihat doh sibehê di Deriyê Murşitpinarê re derbasî Kantona Kobanê bû.

Şande ji aliyê her du Cîgerên Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen û Xalid Berkel, Serokê Desteya Karê Derve Îbrahîm Kurdo, cîgera wî û Cîgera Serokê Desteya Karûbarên Civakî Hêlîn Haçim hate pêşwazîkirin.

Endamên şandeyê destpêkê çûn Navenda Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk a Kobanê û ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Muslim û rayedarên Rêveberiya Xweser hatin pêşwazîkirin.


Em berxwedana we silav dikin

Perlementoya Awûstûrya Josef Weidenholzer li ser navê gelê Awûstûryayê diyariyek pêşkêşî rayedarên Rêveberiya Xweser kir. Josef Weidenholzer destnîşan kir ku ew bi hatina Kobanê pir kêfxweş in û wiha berdewam kir: “Em jî dizanin ku we berxwedaniya Kobanê de gelek êş kişande, em bejna xwe li hemberî berxwedana we ditewînin. We azadiya gelê Ewrûpayê jî parast.”


Hêzê bidin ji nû ve avakirinê

Piştre Enwer Muslim axivî û got: “Destekdayîna gelek netewan ji bo me serbilindiî ye. Em bi hev re dikarin hêza terorê bişkînin.”  Muslim got ku ji ber nedestekdayîna dewletên Ewrûpayê Projeya Jinûva Avakirina Kobanê derneg maye, lê ew niha bi derfetên xwe yên kêm Jinûve Avakirina Kobanê berdewam dikin.


‘Em ê bibin rojeva PE’yê’

Li wir Josef Weidenholzer bal kişand ser Jinûva Avakirina Kobanê û got: “Gelek dewletên Ewrûpa digotin ‘Em e alîkarî ji bo jinûva avakirina Kobanê bidin’, lê mixabin tu kes li soza xwe xwedî derneket. Dema em derbasî welatê xwe bibin em ê mijara Jinûva Avakirina Kobanê derbasî perlementoyê Ewrûpayê bikin.

Piştre rojnemevanên ku hatine pirsên xwe yên derbarê sîstema Rêvebeirya Kobanê de kirin. Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Muslim bersiv da rojnamevanan.


 KOBANÊ