Her wiha dest ji nêzîkatî û pêkanîn înkar û nîjadperestî ya li ser zimanê me yê zikmakî bînin, di serî de li dadgehan astengiyên bikaranîn û perwerdehiyê demildest bê rakirin, di 12’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Berxwedana dîrokî ya girtiyên azadiyê ku li 6 girtîgehan hatibû destpêkirin ev 11 rojin bê navber didome.
Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandirayê 9 girtiyên azadiyê dest bi greva birçîbûnê kirine, daxwaz û armanca çalakiya xwe ji Edîtorê DÎHA'yê Ramazan Pekgoz, nûçegîhanê DÎHA’yê Çagdaş Kaplan û Omer Çelîk re vegotin. Girtiyan diyar kirin ku hikûmet dixwaze dîsa pêkanînên 12'ê Îlonê dubare bike û wekî ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ew dikarin van polîtîkayan jî bişkînin.
Daxwaza azadiya Ocalan…
Berxwedêrê ji Efrînê Muhammed Mahmo (38) ku ev 18 salin di girtîgehê de ye, diyar kir ku gelek caran tevli çalakiya greva birçîbûnê bûye. Mahmo, anî ziman ku çalakiya wan a herî dirêj dema di sala 1996'an de 10 hevalên wan bi awayekî hovane hatin qetilkirin 16 rojan ketin greva birçîbûnê. Mahmo, ji sala 1980'an heta 2012'an berxwedana 32 salan ya girtîgehê wekî 3 pêngavan nirxand û wiha got: "Pêngava ewil pêngava zayînê bû. Pêngava duyemîn pêngava mezinbûn û pêşketinê bû. Pêngava sêyemîn jî pêngava "Gihîştin û kelişandiyê ye. Di pêngava 3'emîn de Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan jî di greve de ye. Çalakiya niha û serdema 12'ê Îlonê li ber belavbûna demê ye. Wê demê înkarek hişk hebû. Niha înkar û îmhayê hedî hêdî li ser gelê Kurd dimeşînin. Li hemberî polîtîkaya înkar û îmhayê tekoşîn û berxwedana azadiyê heye. Em vê çalakiyê wekî çalakiya azadiyê bi nav dikin."
Berxwedêrê 43 salî yê ji Êlihê Abdullah Ruzgar ku rastî cezayê muebetê hatiye û ev 18 salin di girtîgehê de ye, destnîşan kir ku berxwedana greva birçîbûnê çalakiya bêyî tundî ye û mafê wan ê herî demokratîk û rewa ye . Ruzgar, anî ziman ku heta daxwaza wan pêk bê û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên azadiya fîzikî û diyalog dest pê bikin wê berxwedana xwe berdewam bike.
Berxwedêrê bi navê Yasin Yilmaz ê 31 salî jî ku rêveberê DTP'ê bû û 4 salin girtî ye, anî ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negihêje azadiya xwe pirsgirêka Kurd çareser nabe û xwest berî her tiştî tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Yilmaz anî ziman ku ji bo li hemberî zilma AKP'ê bêdeng nemîne û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawi bibe tevli berxwedana dîrokî bûye. Yilmaz, xwest tecrîd bi dawî bibe û mafêperwerdehiya zimanê Kurdî bê dayîn. Yilmaz, destnîşan kir ku heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya xwe berdewam bike.
'Ez deyndarê gelê xwe me'
Berxwederê bi navê Suphî Yalçinkaya yê 27 salî ku di 3'e Kanûna 2011'an de hate girtin, anî ziman ku berê jî 23 roj û 9 rojan cuda ket greva birçîbûnê û wiha got: "Ez deyndarê gelê xwe me. Ji bo ez deynê xwe yê li hemberî gelê xwe bidim ez dikevim çalakiya bi vî rengi. Çareseriya pirsgirêka Kurd ancak bi azadiya birêz Ocalan çareser bibe.”
Berxwedêrê bi navê Erol Şen (26) ku ji Melezgirta Mûşê di 6'ê Adara 2012'an hate girtin, destnîşan kir ku ji bo li dijî zilm, komkujî û înkarê bertekê xwe bîne ziman ketiye greva birçîbûnê. Şen, anî ziman ku heta hemû daxwazên gelê Kurd bên qebûlkirin û ji aliyê zagonan ve bêmîsogerkirin dê çalakiya xwe berdewam bike.
Îşkenceyek giran heye
Berxwedêrê 20 salî Nazmî Dogan ê ji Çewlîkê ye û di 16'ê Sibata 2011'an de hate girtin, diyar kir ku yekem car dikeve çalakiya greva birçîbûnê. Dogan bal kişand ser berxwedana 12'ê Îlona 1980'an û destnîşan kir ku kes nikare li ser navê wan pêşeroja wan diyar bike û wiha got: "Li ser Rêbertiya me îşkenceyek giran heye. Li ser gelê Kurd îzolasyon û polîtîkayên înkarê heye. Ger ku daxwazên me pêk neyên em wê çalakiya xwe berdewam bikin. Berxwedêrê 21 salî Şehmus Oncel yê ji Mêrdînê ye û di 1'ê Cotmeha 2011'an de hate girtin, Emrah Kaplanê 26 salî yê ji Amedê ye û di 13'ê Mijdara 2011'an de hate girtin û Ersîn Yolu ku 17 salî bû hate girtin û ev 4 salin di girtîgehê de ye, diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe û azadiya Ocalan a fîzîkî pêk neyê dê çalakiyên xwe berdewam bikin.
DÎHA/STENBOL