Wê çeteyan geş bike
EHMED EL-GEMIYAN
REQA/ANHA
Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabeth Gewriyê di hevpeyvîneke taybet bi ANHA`yê re, biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a dawî ya girêdayî vekirina dergeha Bab El-Hewa ya sînorî bi Tirkiyê re wekî tekane dergeh ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re, nirxand.
Elizabeth Gewriyê got: ”Biryara vekirina dergeha Bab El-Hewa yê sînorî bi Tirkiyê re polîtîk e û dê azarên gelên Sûriyê du qatî bike. Her wiha gelek pirsan derdixe holê û bandorên wê yên xeternak li ser tevahî gelê Sûriyê hene. Ji ber ku dergeh di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst de ye, lewma dê bandoreke mezin li giştî gelê Sûriyê bike.”
Elizabeth Gewriyê di axaftina xwe de îşaret pê kir ku Erdogan bi şerê yekser li dijî gelên Sûriyê têr nebûye, lê belê bi rêya qutkirina avê, şewitandina mewsimê û bi gelek rêbazên din siyaseta birçîkirina gelên Sûriyê dimeşîne. Elizabet her wiha got: ”Niha, vekirina vê dergehê û radestkirina rêvebirina wê ji partiya AKP`ê û komên çete re ku zirarê digihînin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gumanan li ser sûdgirtina gelê Sûriyê ji van alîkariyan derdixe.”